Ayşe Gokkan: Cezayê hat birîn baweriya min xurttir kir
Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê têkildarî cezayê girtîgehê yê lê hatiye birîn, peyam şand tekez kir ku cezayê ku girtiye baweriya wê xurtir kiriye.
Navenda Nûçeyan – Berdevka berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê peyamek şand. Gokkan tekez kir ku cezayê lê hatiye birîn baweriya wê xurtir kiriye û got: “Bi hêviya ku bi riya piştevaniya mezin bûye, em ê her dem piştevanî bidin kesên ku têkoşîna maf û azadiyê dimeşînin.”
‘Cezayê hat birîn baweriya min xurttir kir’
Ayşe Gokkan di destpêka peyama xwe de wiha anî ziman: “Di doza ku bi sûcdariya endamtiya rêxistinê der barê min de hat vekirin de, dadgehê bi giştî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li min birî û biryar da ku girtîbûna min berdewam bike. Ev biryara hat dayîn, baweriya me ya ji bo meşrûiyeta têkoşîna me lawaz nekiriye; berevajî vê, biryardariya me ya ji bo heqîqet, edalet û azadiyê xurttir kiriye.”
Gokkan di berdewamiya peyama xwe de spasiya tevgerên jinan û tevahî kes û partiyên ku piştevaniya wê kirine kir û wiha pê de çû: “Ez spasiya hemû rêxistinên jinan, rêxistinên demokratîk, parêzvanên mafên mirovan, hiqûqnas, rêxistinên navneteweyî, nûnerên partiyên siyasî, kedkarên çapemeniyê û her kesê xwedî wijdan dikim ku ji roja ewil a dozê ve heta rûniştina biryarê, pêvajoyê ji nêz ve şopandin û piştevanî nîşan dan.”
‘Em ne bi tenê ne’
Ayşe Gokkan di dirêjahiya peyama xwe de ev tişt anîn ziman: “Ev piştevaniya xurt ne tenê ji bo min e; bûye îfadeyeke bi wate ya têkoşîna wekhevî û azadiyê ya jinan, xwedîderketina li mafên mirovan û daxwaza edaletê. Her piştevaniya ku di vê pêvajoyê de hatiye nîşandan, her peyama hat şandin û her dengê hat bilindkirin, careke din nîşan da ku em ne bi tenê ne.”
‘Piştevanî hêza me ya herî mezin e’
Ayşe Gokkan tekez kir ku têkoşîna jinan ne sûc e û wiha dawî li peyama xwe anî: “Em dizanin ku têkoşîna jinan a ji bo azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet ne sûc e. Bi wê hêviya ku bi riya piştevaniyê mezin bûye, em ê her dem piştgirî bidin kesên ku têkoşîna maf û azadiyê dimeşînin. Ez spasiya kesên ku bi me re bûne, deng dane dengê me û hêviyê mezin kirine dikim. Piştevanî hêza me ya herî mezin e.”