AYM’ê îtîraza li dijî rakirina wekîltiya Semra Guzel red kir

AYM’ê, serlêdana bi daxwaza betalkirina biryara rakirina wekîltiya Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel red kir.

AYM’ê îtîraza li dijî rakirina wekîltiya Semra Guzel red kir

Navenda Nûçeyan - Hat zanîn ku serlêdana betalkirina biryara rakirina wekîltiya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn ve hat redkirin.

Biryara ku bi yekdengî hat girtin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.