Aware Newroz: Jin xwedî hêza girîng a rêvebirin û pêkanîna karan e

Rêveberiya Navenda Otîzmê ya Helebce Aware Newroz, bal kişand ser hêza jinan a di rêveberiyê de û got: “Her tişt di jiyanê de ezmûn e. Netirsin û dest bi kar bikin.”

Aware Newroz: Jin xwedî hêza girîng a rêvebirin û pêkanîna karan e

MIHRÎBAN SELAM

Helebce – Her çend feraseta baviksalar a berê û niha jinan di navendên biryardanê de qebûl nake û jin her tim ji bo peywirên bilind tên paşguhkirin jî jinên ku karîbûne bibin rêveberên beşên cûda û di pîşeyên xwe de pêş dikevin hene. Yek ji van jinan rêvebera Navenda Otîzmê ya Helebceyê Aware Newroz Flamez e.

Awara Newroz, der barê ezmûna xwe ya pîşeyî, îdarî û zehmetiyên rêvebirina navendeke hestiyar û rola jinan a peywirên berpirsiyariyê de, ji ajansa me re axivî.

‘Ez çar sal in wek rêvebera Navenda Otîzmê ya Helebceyê kar dikim’

Aware Newroz, behsa ezmûn, nêrîn û peyama xwe ya ji bo jinan kir û got ku ew ji Beşa Derûniyê mezûn bûye û di derûniya giştî de xwedî bawernameya lîsansê û di derûniya klînîkî de jî xwediyê bawernameya lîsansa bilind e. Aware Newroz, da zanîn ku ew bi fermî di sala 2013’an de dest bi kar kiriye û wek lêkolîner li Wezareta Kar û Karûbarên Civakî, di Tora Parastina Zarokan a Tuwelayê de xebitiye. Aware Newroz, diyar kir ku piştre wek rêvebera baxçeyê zarokan ê Helebceyê dest bi kar kir û piştî çend salên betlaneya xwendinê, niha ev çar sal in wek rêvebera Navenda Otîzmê ya Helebceyê kar dike.

Astengiyên li pêşiya rêvebirina navendek hestiyar

Aware Newroz, der barê ezmûna rêveberiyê de destnîşan kir ku cureyê kar û asta berpirsiyariyê ji peywirekê ber bi peywirek din ve tê guhertin û rêvebirina saziyekê ku tenê karên îdarî dike, ji rêvebirina cihek hesas a wek Navenda Otîzm hêsantir e û wiha got:

“Karê li vê navendê ne tenê têkildarî zarokan e, her wiha têkildarî dayîk û bavê zarokane jî. Lewma ev yek jêhatîbûnên derûnî û civakî, her wiha nêzîkatiyeke hesas dixwaze. Karê di vî warî de ne hêsan e û ji bo min jî ecêb bû. Berê ezmûna min a di rêveberiyê de hebû, min li zanîngehê bi awayekî teorî xwend. Min li vir di pratîkê de bicîh kir, her çend destpêkê ne hêsan bû û piraniya karmendan bi peyman bûn jî bi hewldanên me û hevkariya karmendan, me karîbû ji bo Helebceyê navendeke perwerdeyê ya baş û bi temamî amadekirî dabîn bikin.”

‘Helebce ji bo jinên rêveber qadek guncaw e’

Awara Newroz, da zanîn qada Helebceyê ji bo jineke di peywirên rêveberiyê de ye, guncaw e û wiha pê de çû: “Li Helebceyê hebûna jinan a di peywirên rêveberiyê de ne tiştekî kêm e û ez di navbera jin û mêran de tu cudahiyê nabînim. Jin xwedî hêza rêveberiyê yên girîng in û Helebce ji bo jin erkên rêveberiyê bigirin ser xwe, qadek gelek guncaw e.”

‘Ez amade me berpirsiyariya zêdetir bigrin ser xwe’

Aware Newroz, der barê pirsa ger peywirek bilindtir jê re bê dayîn, ew ê çiqas amade be de jî wiha axivî: “Bê guman ez amade me berpirsiyariya zêdetir bigrim ser xwe û bawer im ku dikarim vê yekê baş bikim. Gava jin dest bi karekî dikin, ew bi temamî xwe didin serkeftina wî karî. Her wiha ji ber ezmûna min a xebata bi beşên cuda yên civakê re, ez xwe ji bo pêkanîna her karekî ku ji min re bê dayîn, amade dibînim.”

Peyama Aware Newroz ya ji bo jinan: Netirsin û dest bi kar bikin

Peyameke taybet a Awara Newroz ji bo jinan heye, ji jinan dixwaze ku ji tiştekî netirsin û bi gavek biçûk be jî dest bi pêkanîna armancên xwe bikin: “Ger di karekî de tu tirsê hîs bikî, piştrast be ku ew tirs dê bibe sedem ku tu karê xwe cidîtir bigrî û kêmasiyên heye derbas bikî. Her tişt di jiyanê de ezmûn e, heta rêveberî jî ezmûn e. Em bang dikim ku wek jinek bi berpirsiyarî tevbigerin. Ji ber ku ev serpêhatî dikarin di pêşerojê de gavên we ber bi serkeftineke mezintir ve bibin.”

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.