Arîfa Bekir: Pêwîst e hevbeşî û wekhevî di destûra Sûriyeyê de hebe

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Arîfa Bekir derbarê rola jinan di destûra Sûriyeyê de axivî û tekez kir ku pêwîst e rola jinan di destûra Sûriyeyê de hebe.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo –  Di qonaxeke girîng a dîroka Sûriyeyê de, jinên Sûriyeyê bi cihgirtina di derxistina destûra nû de derdikevin pêş, daxwaza destûra ku dadmendî, wekhevî û hevkariya rastîn digre bin temînatê, dikin.

Endama Rêveberiya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Arîfa Bekir der barê rola jinan di destûra Sûriyeyê de ji ajansa me re axivî.

Arîfa Bekir anî ziman ku rêveberiya demkî ji bo maf û hebûna jinan di Sûriyeyê de tu gavan navêje û wiha dest bi gotinên xwe kir: “Ji destpêka Şoreşa Rojava ve heta roja îro jinan têkoşîn û berxwdaneke bêhempa meşandin û bûn xwedî gelek destkeftiyan. Rola Meclîsa Jinên Sûriyeyê di vê şoreşê de hebû ku ji sala 2017`an ve heta roja îro kar û xebatek mezin dimeşînin. Ev zêdetirî salek e rêveberiya demkî hatiye ser desthilatdariyê li Sûriyeyê lê tu gav ji bo hebûn, nasname û mafên jinan li Sûriyeyê navêje. Li gorî tekoşîna jinan di van salên dirêj de û gavên ku rêveberiya demkî ji bo jinan davêje gelekî lawaz in.”

‘Pêwîst e hevbeşî û wekhevî di destûrê de hebe’

Arîfa Bekir da zanîn ku pêwîst e rola jin di destûra Sûriyeyê de hebe û wiha domand: “Di hemû meclîs, parlamento û diyalogên navneteweyî de ku rêveberiya demkî li dar xistibû kotaya jinan pir lawaz e.  Gelek biryar derketin wekî biryara ‘Wîsayê’ li ser jinan, me nerazîbûna xwe ji vê biryarê re nîşan da. Ji ber nayê qebûlkirin ku Wîsayê li ser jinan hebe, ji ber jin xwedî îrade ne, dikarin biryara xwe bigrin û xwe biparêzin. Pêwîst e rola jinan di destûra Sûriyeyê de hebe. Ji ber ku ji destpêka şoreşê ve heta roja îro jin gelek têkoşiyan, ked û bedel dan. Pêwîst e hevbeşî û wekhevî di destûrê de hebe.”

‘Pêwîst e konferanseke jinan hevbeş li ser asta Sûriyeyê were lidarxistin’

Arîfa Bekir destnîşan kir ku yek ji daxwazên wan temînata mafên jin di destûra Sûriyeyê de ye û wiha pêde çû: “Pêwîst e bi hemû rêxistin û tevgerên jinan re li Sûriyeyê konferanseke hevbeş were lidarxistin. Konferansa diyalogê û hevbeş ku daxwazên jinan ji vê rêveberiya demkî çi ne were vegotin. Daxwazên me ew in ku rola jinan di destûrê de bi awayekî hevbeş û wekhevî were misoger kirin.”

‘Jin ne nîvê civakê ye ji ber rol û rista xwe civak bi xwe ye’

Arîfa Bekir bal kişand ser derfetên ku Rêveberiya Xweser li pêşiya jinan vekirine û wiha got: “Rêveberiya Xweser gelek gavên erênî ji bo hebûna jinan avêtine. Wekî Hevpeymana Civakî û sîstema hevserokatiyê. Vê yekê rê vekir ku jin di her warî de xwedî biryar, hebûn û karê xwe bin. Di sîstema Rêveberiya Xweser de jinan gelek mafên xwe bi dest xistin. Ji ber wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nakin ku mafên wan kêmî mêran bin. Jin ne nîvê civakê ne, tevahiya civakê ne. Em Sûriyeya ku mafên jinan biparêze, Sûriyeya ne navendî, demokratîk ku lê mafên hemû pêkhateyan werin parastin dixwazin. Ji ber ku Sûriye rengîn e wê têkoşîna me berdewam bike heta ku em cihê xwe di destûra Sûriyeyê de bigrin.”