Angaşta ‘Hêzên Piştgiriya Lezgîn El-Faşêrê bidest xist’

Hat angaştin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn duh êrîşeke mezin li hember bajarê El-Faşêr a Sûdanê pêk anîne, sivîl û xebatkarên tenduristiyê birîndar kirine û piraniya bajêr di bin kontrola wan de ye.

Sûdan — Ger El-Faşêr bikeve, ev tê wateya ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser hemû 5 eyaletên herêma Darfûrê kontrolê digirin û welat di navbera rojhilatê ku artêşa Sûdanê li ser kontrol dike û rojava ya di bin kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn de tê dabeşkirin.

Aloziya ku ji 15’ê Nîsana 2023’yan ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgînêzên Piştgiriya Lezgîn de, didome. El-Faşêr, paytexta eyaleta Bakurê Darfûrê û yek ji bajarên mezin ên rojavayê Sûdanê ye. Duh Hêzên Piştgiriya Lezgîn li El-Feşarê êrîşeke berfireh a herî tund a heya niha, pêk anî.

Hêzên Piştgiriya Lezgîn di encama êrîşê de ket hundirê bajêr, li wir li ser baregeha Fermandariya 6’emîn a Piyade ya artêşa Sûdanê kontrol kir destê xwe. Hejmarek taxên niştecihî, ragihandin ku kontrola wan a bi temamî li ser bajêr çêbûye. Lê belê artêşa Sûdanê heya niha tu bersiveke fermî li ser van îdiayan nedaye.

Ji aliyê din ve Berxwedana Gel di demeke pêş de ragihand ku şer li El-Faşêrê berdewam dikin, tekez kir ku "ji bo gelê El-Faşêrê tu keleh û penageheke dawî nemaye, ji bilî çek û berxwedana li hemberî milîsên terorîst."

Ji bo parastina sîvîlan bang

Tora Bijîşkên Sûdanê jî di daxuyaniyeke xwe de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi pêkanîna "binpêkirinên berfireh" a li bajarê El-Faşêrê tawanbar kir. Tora bijîşkan diyar kir ku bi dehan welatiyan kirine hedef, saziyên tibî û dermanxaneyan talan kirine, êrîşan li hember nexweşxane û saziyên tibî pêk anîne, li ser kadroyên tenduristiyê û nexweşan destdirêjî kirine. Torê da zanîn ku bi naveroka saziyên tibî li bajêr di rojên borî de lîstok kirine, ev yek jî wekî "binpêkirineke eşkere ya qanûn û adetên navneteweyî" binav kir.

Torê bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku  ji bo parastina sivîlan û xebatkarên di sektora tenduristiyê de, bi lez tevbigerin. Torê bang li dadweriya navneteweyî kir ku berpirsyarên van binpêkirinan hesab bike.

Di heman çarçoveyê de, alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karûbarên Mirovî got ku: "Bi pêşketina çekdaran di hundirê bajêr de û birîna rêyên revê, bi sedan hezar sivîl dorpêçkirî û tirsandî ne, di bin bombebaranê de ne û ji birçîna dimirin. Tu xwarin an lênêrîna tenduristiyê an ewlehiyê naghîjin wan."