ŞIYA KOYE
Teqteq- Organîzatorên kampanyaya alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê, ya li Teqteqê hatibû destpêkirin, ragihandin ku kampanyaya wan bi dawî bûye û hemû tiştên ku kom bûne ber bi Rojavayê Kurdistanê ve hatine şandin.
‘Gel hemû di nava tevgerê de ne’
Karmenda Tenduristiyê ya Teqteqê Şilêr Salih Ebûbekir wiha got: “Ez gelek kêfxweş im ku xelkê sînor beşdarî kampanyayê bû, bi hezarek jî be ji bo Rojava beşdar bûn. Ez spasiya hemû şêniyên Teqteqê dikim. Ev kampanya 7 roj in didome. Ji vê derê em silavê xwe ji bo Kobanê dişînin û spasiya her çar aliyên Kurdistanê dikin ku piştgiriya Rojava dikin. Ji ber ku tu cudahî nîn e îro dora wan e sibê dora me ye.”
‘Alîkarî nîşaneya yekîtî û biratiyê ye’
Aso Mistefa yê ku rêveberê kampanyayê ye bi daxuyaniyek ragihand ku kampanyaya wan a alîkariyê bi dawî bûye û wiha got: “Alîkariya xelkê Teqteqê ji bo alîkariya Rojava nîşaneya yekîtî û biratiya neteweyî ye. Bi dehan ton xwarin û pêdiviyên cûr bi cûr bi çend kamyonan ber bi rojava ve hatin şandin. Her wiha îro, çar kamyonên derman û pêdiviyên tibî ji Nexweşxaneya Şehîd Dr. Xalid ji bo alîkariya xelkê Rojava hatine şandin.”




