"Alf Ba" Projeya Tevlibûna Ciwanan dide destpêkirin

Saziya "Alf Ba Civilian and Coexistence" Projeyek ji bo tevlikirina ciwanan di jiyana sivîl de da destpêkirin.

Bêtir vîdeo temaşe bikeHemû vîdeoyên nûçeyên me li cihekî.
NOOR SIRÎB 
Yemen- Saziya "Alf Ba Civilian and Coexistence" di 11'ê Kanûnê de li paytext Adenê bi hevkariya rêxistina  Civakên Cîhanî Global Communities û bi piştgiriya Ajansa Pêşketinê ya Dewletên Yekbûyî USAID projeyek ji bo tevlikirina ciwanan di jiyana sivîl de da destpêkirin. 50 xort û jinên ciwan beşdarî vî projeyî bûn û hilbijartin bi awayekî wekhev di navbera xort û jinên ciwan de hat dabeşkirin.
Saziyê her wiha bi boneya bidawîkirina Kampanyay Cîhanî ya 16 rojan a li dijî şîdeta li ser jinê bi semînera hişyariyê ya ku ji aliyê parêzer, parêzvana mafên mirovan û parêzvana pirsgirêkên jinan Efra El-Herîrî ve hat lidarxistin û tê de behsa kampanyaya 16 rojan, cureyên şîdetê yên ku jin rastê wan tên û girîngiya parastina pirsgirêkên jinan ji ber rewşa dijwar a ku Yemen tê re derbas dibe, çalakiyek li dar xist.
“Em hewl didin bi projeyê ciwanan bi hêz bikin”
Rêvebera saziya "Alf Ba Civilian and Coexistence" Behiya El-Seqaf ji ajansa me re wiha axivî: "Bi projeya ku me daye destpêkirin, em hewl didin ciwanan bi hêz bikin da ku biryarên xwe yên navneteweyî bigrin û daxwazên herî girîng ên ku wan di warê avakirina aştiyê de li navçeyê çalak dike, ji parêzgarî û welat bi giştî dest pê dike, destnîşan bikin."
Behiya wiha lê zêde kir: "Bi boneya bi dawîkirina Kampanyaya 16 rojan a tekoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, hevkarî bi şêwirmenda ofîsa nûnerê Neteweyên Yekbûyî ku parêzvana jinan û mafên mirovan dike Efra El-Herîrî, hat kirin û xebatek pêşkêş kir û kaxezek xebatê li ser kampanyaya li dijî tundiyê û çawaniya aktîfkirina rola ciwan û jinan ji bo beşdarbûna di vê kampanyayê de her wiha kaxezek xebatê jî bi boneya roja cîhanî ya mafên mirovan hat pêşkêşkirin."