Navenda Nûçeyan – Di demekê ku nîqaşên li ser pêşketinên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê û mekanîzmayên biryardayînê yên parlemanê berdewam dikin de, ji Şêwirmenda Serokwezîrê Iraqê ya ji bo Karûbarên Jinan Ala Talebanî nirxandinek rexnegir hat. Ala Talabanî ya wek mêvanek beşdarî Nûçe TV’yê bû, rûniştina yekalî ya parlemantoyê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bêyî beşdariya partiyên din ên siyasî, bi zimanekî tund renxê kir.
'Divê Parlamento îradeya hemû beşên gel nîşan bide’
Ala Talabanî, tekez kir ku pêwîste parlamento wekî organa qanûndanîn û biryardayînê, îradeya tevahiya gel temsîl bike û diyar kir ku pêngava PDK’ê bi prensîbên temsîliyeta demokratîk re ne lihevhatî ye.
Ala Talabanî, di nirxandina xwe de balkişand ser van xalan:
“Ger PDK’ê ji aliyê yasayî ve jî Parlamentoya Herêma Kurdistanê temam bike, ew parlamento nikare îradeya rastîn a xelkê Herêma Kurdistanê nîşan bide. Ji ber ku parlamento cihê biryardan û derxistina yasayane û divê hemû nêrîn û daxwazên xelkê tê de werin temsîlkirin.”
'Şaşîtiyek mezin û rîskek li ser asta federal'
Ala Talebanî, helwesta PDK’ê wekî “şaşîtiyeke mezin” bi nav kir û destnîşan kir ku ev nêzîkatî dê rasterast ne tenê bandorê li dînamîkên herêmî bike, di heman demê de bandorê li ser hevsengiya siyasî ya giştî ya Iraqê û têkiliyên wê bi hikûmeta federal re jî bike.
Ala Talabanî, bal kişand ser pêvajoya hesas a aborî û siyasî ya ku herêm tê re derbas dibe û diyar kir ku bi hev re tevgerkirina partiyên Kurd xwedî girîngek jiyanî ye:
“Ev helwest dê bandorê li ser Iraqê jî bike; di demekê de ku niha qeyrana budceyê, pirsgirêkên aborî û buhabûna sotemeniyê hene, pêwîste Kurd li hemberî hikûmeta federal yekdeng û yekrêz bin.”




