Aktivîsta siyasî Kabîra El Şater: Mexrib ber bi guherînên dîrokî ve diçe
Aktivîsta siyasî Kabîra El Şater got: “Mexrib ber bi guherînên dîrokî ve diçe” û diyar kir divê di navbera diyalog û reformên civakî û rageşiyên zêde dibin û gefê li aştiya civakî dixwin de tercîh bê kirin.

HENAN HERÊT
Mexrib – Li Mexribê ji 27’ê Îlonê heta niha, ciwanên ku bi daxwaza edalet, wekhevî û kar daketin qadan, welat dihejînin.
Nifşê nû ku xwe wek ‘Nifşê Z 212’ binav dike û endamên wê di dema medyaya dijîtal de hatine dinê, pêşengtiya xwepêşandanan dike. Xwepêşandanên ku destpêkê bi aştiyane derbas dibûn, rastî mudaxaleya hêzên ewlehiyê hatin. Hejmarek zêde jin û mêr hatin binçavkirin. Piştre hinek komên beşdarî bûyeran bûne, zirar dan milkên taybet.
Çalakî li bajarên wek Agadir, Tetouan, Marakeş, Kenitra û Safi bi lez belav bûn. Daxwaz bi rexneyên derbarê polîtîkayên hikûmetê de berfireh bûn. Mudaxeleyên dijwar ên li hemberî xwepêşandanên aştiyane, di raya giştî de rastî bertekan hat.
Ji destpêka Cotmehê ve xwepêşandan cardin gihîştin xeta aştiyane. Ciwan her şev saet di navbera 6 heya 8 de li qadê kom dibin. Niha hemû çav ser axaftina Kral VI. Mihemed in. Kral, roja înê wê di parlementoyê de biaxive û aliyê tevgerê biguherîne.
Aktivîsta siyasî ya xwediya nêrîna çepgir a Mexribê Kabîra El Şatar, ji ajansa me re axivî û diyar kir ku beşdariya ciwanan a xwepêşandanan girîng û bi wate ye.
Daxwazên rewa ên ciwanan
Kabîra El Şatar got ku di destpêka dirûşmeyên ciwan bilind dikirin de daxwazên kar, tenduristî û perwerde ên bingehîn hebû, lê belê bi demê re vegeriya îfadeyên siyasî ku serok rexne dikir û dixwestin îstifa bike. Kabîra wiha got: “Ev daxwazên ciwan ger em rewşa xirabbûna nexweşxaneyên civakî, kêmaniya ekîpmanan, rêjeya zêde ya destjêberdana dibistanan û pirsgirêkên ku dijîn raxin ber çavan, rewa ye.”
Bêedaletiya civakê bû sedema çalakiyan
Kabîra El Şater, anî ziman ku derfetên kar ne bi dirûşmeyan, bi destekdayîna şirketên biçûk, asankirina xwegihandina fînansmanê, kêmkirina barên bacan û ji bo ciwanan zêdekirina derfetên perwerdê yên pîşeyî re dê bê pêkanîn û wiha berdewam kir: “Bêhêvîtiya di mijara edalata civakê de, bûye çavkaniya bingehîn a xwepêşandanan. Ji ber valatiya siyasî ku partiyên çep ji pêvajoyên biryargirtinê dûr xistine ye. Polîtîkayên tên pêkanîn, bersîv nadin pêwîstiyên rast ên civakê û xwe dispêre nêrînek îtaetkar. Ev jî di navbera dewletê û ciwanan de kendalek kûr ava kiriye.”
Kabîra El Şatarî gotinên muhefazakar ku zarokên xwe di zanîngehên herî pêşketî de didin xwendin, zewicandina zarokên keç diparêzin, rexne kir û got: “Ev îfadeyên provakator, jinên ciwan ber bi daxwaza wekhevî û edaleta civakê ve dibe.”
‘Tundî çareseriyê nayne’
Kabîra El Şater girtina jin û mêrên ciwan ên ku xwepêşandanên aştiyane li dar xistine, şermezar kir û wiha pê de çû: “Divê di navbera xwepêşadanên aştiyane û vandalan de cûdahiyek diyar were kirin. Divê vandalên ku xwe tevlî çalakiyan dikin werin cezakirin, lê belê cezakirina ciwanên ku daxwazên xwe bi riyên aştiyane tînin ziman, nayê qebûlkirin.” Kabîra El Şatar dema di navbera 1865 - 1981’an a Mexrîbê û bûyerên Rif ên di sala 2027’an de bi bîr xist û got: “Tundî çareseriyê nayne, berovajî wê, rakêşî û hêrsa gel zêde dike.”
‘Divê bersîvên cidî bidin daxwazan’
Kabîra El Şatar da zanîn ku ji bo kêmkirina rageşiya li welat, avakirina ewlahiya di navbera hemwelatî û rayedaran de, pêwîstî bi hewldanek Kraliyetê heye û wiha domand: “Ji erkgirtina hikûmeta heyî, banga hilbijartinên pêşwext, bi navê çareseriya krîzê dibe bijarteyek rast. Lê divê ev bi guherînek siyasî re sînordar nebe. Saziyên îdarî û aborî jî di nav de, divê hêzên bibandor di qadên perwerde, tenduristî û derfetên kar de çareseriyên lezgîn û diyar werin avakirin. Bi taybet bernameya perwerdê ya ciwanan û entegrebûna firsendên kar, li gorî min destpêka lihevkirina neteweyî ye. Mexrib ber bi guherînek dîrokî ve diçe. Yan emê riya diyalog û reformên civakî yên berfireh hilbijêrin, an jî rageşiyên zêde dibe wê bi awayek cidî gefê li aştiya civakî bike.
Di vê xalê de serbestberdana xwepêşandanên aştiyane û bersîvek cidî û samîmî bide daxwazên ciwan û jinan, wê bibe gava yekem a avakirina baweriya di navbera dewletê û civakê de. Aşkera dikarim bêjim, daxwazên ku li van kolanan bilind dibin, ne dirûşmeyên demkî ne. Ev, derxistina pirsgirêkên civakê yên ev demek dirêj e kom bûne ne. Ji ber vê yekê, hêzên derve vê hêrsa mafdar îstismar dikin û li dijî yên ku hewl didin aramiya welat têk bibin, divê baldar bin.”
‘Mudaxeleya Kraliyetê ne tenê pêwîstî ye’
Kabîra El Şater di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Mudaxeleya Kraliyetê ne tenê pêwîst e, di heman demê de li gor nêrîna min bi navê diyalog û sererastkirina siyasî, jêneveger e. Li gorî min, ev mudaxele ji bo kêmkirina rageşiyên tê jiyîn û ji nû ve avakirina baweriya di navbera dewlet û civakê de, gavê herî girîng ku divê bê avêtin e.”