Aktîvîsta İranî li girtîgehê rastî êrîşê hat

Li ser aktîvîsta ku bi îdîaya “Propagandaya li dijî rejîmê kiriye” û “Heqaret li Humeynî kiriye” li Girtîgeha Îlamê tê ragirtin gelek zext tê pêkanîn.

Navenda Nûçeyan- Aktîvîstên Îranî bi zextên rejîmê re rû bi rû dimînin. Hat ragihandin ku aktîvîst Khadijeh Mehdipour li Girtîgeha Îlamê ya ku lê tê ragirtin ji aliyê rayedaran ve rê li ber dermankirina wê tê girtin û gihandina dermanên wê hatiye astengkirin û her wiha hatiye gotin ku çend roj berê jî bi teşwîqkirina gardiyanan rastî tundiya sê girtiyan hatiye.
Hat diyar kirin ku Khadijeh Mehdipour gelek caran ji aliyê karmend û rayedarên girtîgehê ve hatiye tacizkirin û rayedaran girtiyan teşwîq kirine ku êrîşî wê bikin. Tê diyarkirin ku ji bilî Khadijeh Mehdipour hin jinên aktîvîst ên siyasî jî rastî êrîşan tên.
20 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn
Khadijeh Mehdipour, demek berê bi koronayê ketiye, lê nehatiye dermankirin. Tê zanîn Khadijeh Mehdipour a ku li girtîgeha Îlamê dîmine, bi sûcên “propagandaya li dijî rejîmê” û “heqareta li Humeynî” 20 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.