Navenda Nûçeyan - Farîdah Moradkhanî ku li Îranê bi nasnameya xwe weke aktîvîsta mafên mirovan û mafê jinan di rêza herî pêş de ye hat girtin û wê avêtin girtîgehê. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên mafên mirovan hatine girtin, aktîvîsta ku çend rojên borî li ser riya mala xwe hatibû binçavkirin, li mala wê lêgerîn hat kirin û dest danîn ser tiştên wê yên şexsî, piştî lêpirsinê wê birin Girtîgeha Evînê.
Aktîvîst Farîdah Moradkhanî li Îranê hat girtin
Aktîvîsta mafên mirovan Farîdah Moradkhanî ku li Îranê hatibû binçavkirin, hat girtin.




