Akedemiya Jineolojî: Hedefgirtina Nagîhan Akarsel cinayetek siyasî ye

Akedemiya Jineolojî bi daxuyaniyekê nivîskî hedefgirtina Endama Akademiya Jineolojiyê Nagihan Akarsel şermezar kir û bang li hemu jinan kir ku li hemberî vê cînayeta siyasî li derdora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” pêşengiya çalakiyan bikin.

Qamişlo – Endama Akedemiya Jineolojî û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel îro seatên sibehê li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê rastî êrîşeke çekdarî hat û di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da. Akedemiya Jineolojî ev cinayeta siyasî ya hêzên faşist bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye;

“Endama Akademiya me ya Jineolojiyê, Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel vê sibê li Silêmaniyê di encama êrişek çekdarî de şehîd bû. Em vê cinayeta siyasî ya hêzên faşist û hegemonik di tevahiya cîhanê de li hemberî jinên berxwedêr pêktînin, bi tundî şermezar dikin. Em bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku bersucên vê cînayeta ku berdewamiya cînayetên hovane yên berê li hemberî Yasîn Bulut û Mehmet Zekî Çelebî, Suhel Xurşîd hatine pêkanîn kêliyekê zûtir bibinin. Ger ev cinayet neyên zelalkirin, dê hevkariya hikûmeta Başûrê Kurdistanê di bin vê pêla şoreşa jin a bilind dibe de bimine.

“Nagîhanê xwedî kedeke û mîrasekî têkoşînê dewlemnd e”

Nagîhanê di Têkoşîna Azadiya Jin de demdirêj ked daye, di xebatên tevgera ciwanên zankoyê, çapemenî û xebatên jineolojiyê de bi fedakariyên mezin pêşengî kiriye û ji bo vê bi salan di girtîgehê de li ber xwe daye. Di salên herî zehmet de ên şoreşa jin li Rojavayê Kurdistanê li hemû Rojava, taybet li Efrînê bi kedeke bêsînor, bi wêrekî û biryardariyekî mezin bûye xwedî ked û hewldanên gelek mezin. Dest li dilên jinên Şengalê yên wehşeta DAİŞ’ê bi awayê herî giran jiyayîn daye, ji bo ronîkirina sosyolojî û dîroka wana li vê deverê xebatên lêkolînan ên li ser qadê daye meşandin.  Endama me ya Akademiya Jineolojîyê Nagîhan Aksel bi jinên Başûrê Kurdistanê re li Silêmaniyê xebatên Pirtûkxaneya berhemên Jinên Kurd û Navenda Lêkolînê bi rê ve dibir. Bi jinên Başûrê Kurdistanê yên encamên herî giran ên polîtîkayên faşîzmê û netew dewletê jiyankiriye, di dema bi jineolojiye pêşengiya afirandina rewşenbîriya jin bi coş, biryar û îdeayekî mezin ve dikir de ji aliyê hişmendiya hêzên dagirker ên reş û tarî ve bi awayekî hovane hat qetilkirin.

“Pêwîste hemû jin helwestên xwe li hember vê kiryara qirêj derbixin”

Nagîhan Akarsel, li hember faşîzma ku Jîna Eminî bi hovane qetil kir û ji bo afirandina zîhnî û zanistî ya pêla şoreşa jin ku bi dirûşma Jin-Jiyan-Azadî li cîhanê tê bilindkirin, bi salan ked da.  Em ê Nagîhan Aksel bi bilindkirina Şoreşa Jin a Kurdistanê bidin jiyîn.  Em bang dikin ku hemû jinên şoreşger, demokrat, jinên azadîxwaz, akademisyen û mirovên zanyar vê kiryara hovana şermezar bikin.  Bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” têkoşîna li dijî dagirkerî, kedxwarî, mêtîngerî û tarîbûna hişmendî ya faşîzmê têkoşîna azadiyê bilind bikin. Em di kesayeta Şehnaz îbrahim û Kafiye Silêman de bang li hemû jinên Başûrê Kurdistanê dikin ku ji bo zelalkirina vê cînayeta siyasî zextê li ser hikûmeta Başûrê Kurdistanê bikin.  Li hemberî vê cînayeta hovane li derdora dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi çalakiyên pêla şoreşê ya ku li Rojhilatê Kurdistanê hatî pêşxistin çalakiyan bikin yek û pêşengiyê jê re bikin.”

(bz)