Navenda Nûçeyan- Akademîsyena Îranê D.r Shiva Kavianî berî demekê ji Kanadaya ku lê dijiya, çû welatê xwe Îranê, dema der barê wê de biryara qedexeya siyasî hat girtin, Shiva Kavianî ji welatê xwe derket, li deriyê sînor ê Gurbalakê derbasî Tirkiyeyê bû.
Di pêvajoya piştre de Shiva Kavianî ji bo biçe Kanadayê li Balafirgeha Stenbolê, jê re hat gotin dema rûniştina li Kanadayê temam bûye û careke din vîze nedan.
Shiva Kavianî ku nikaribû biçe Kanadayê û ne jî dikare biçe welatê xwe, nêzî 2 mehan e li balafirgeha Stenbolê dimîne.




