'AFAD'ê dest danî ser erdê min û bajarekî konteynirê ava kir'

Sabîha Ceyhan, anî ziman ku AFAD'ê bêyî agahiyê bide xwediyên erdên çandiniyê, bi rijandina betonê bajarên konteyniran çêkirin û got ku ew nikarin li ser erdê xwe jî di konteynirê de bimînin.

Hatay - Tevî ku hefte di ser erdhejê re derbas bûn jî, li Hatayê pirsgirêka xanî û paqijiyê ya giran heye. Welatiyên ku nekarîn xwe bigihînin kon û konteyniran di hewaya baran û bayê de zehmetî kişandin, zarokên di konan de dijîn giliya sermayê kirin. Piştî erdhejê hat hînbûn ku AFAD'ê bi rijandina betonê li ser zeviyên çandiniyê yên gelê herêmê bajarên konteyniran çêkirine. Welatiyên ku nikarin konek jî bidest bixin diyar kirin ku AFAD'ê bêyî ku ji wan bipirse li ser erdên wan bajaran ava kirine û destnîşan kirin ku ji bajarên hatine avakirin konteynirek jî nadin wan.

'Bêyî ku ji me bipirsin li ser zeviyên me yên çandiniyê bajarekî konteyniran ava kirin'

Yek ji mexdûrên vê pêvajoyê Sabîha Ceyhan jî anî ziman ku bi bajaran hatin avakirin re zeviyên çandiniyê wêran bûn û cihê ku biçinê nema. Sabîha Ceyhan, anî ziman ku nexwestin axa xwe biterikînin û wiha got: “Em tevî ku li ser axa xwe dijîn jî kon nedan me. Me serayên ku me ji bo çandiniyê çêkiribûn veguherandin qadên xwe yên jiyanê. Piştî 15-20 rojan bêyî ku haya me jê hebe di nav zeviyên me yên genim de bajarên konteyniran ava kirin. Dema ku bajarên konteyniran dihatin çêkirin, tiştek ji me nepirsîn, agahî jî nedan me. Tişta ku em dixwazin ji bajarên ku li ser axa xwe hatine çêkirin konteynirek bikirin. Yan vê bikin an jî dê giliya genimê me rakin. Niha êdî çadir, konteynirek û erdekî me nîn e."

'AFAD'ê dest danî ser erdên me'

Sabîha Ceyhan, anî ziman ku bêyî agahiyê bidin erdên wan hatine desteserkirin û bal kişand ku ev pêvajo ji aliyê AFAD'ê ve tê birêvebirin. Sabîha Ceyhan bertek nîşanî vê rewşê da û got, “AFAD’ê dest daniye ser van erdan û heqê kesî nade. Em texmîn dikin ku ew AFAD e ji ber ku ew ji me re nabêjin ew kî ne. Bila van bidin me, qet nebe mafê me heye em konteynirê bikirin. Erdê me 5 donim heye, hinek ji wan 50 donim erd hene, lê mafê me jî nadin ku em li ser axa xwe bijîn. Em di her konê de 15-20, belkî 50 kes dimînin, lê ne kon û ne jî konteynir tiştekî nade.”

‘Hê jî di bin kavilan de cenaze hene’

Sabîha Ceyhan bi gotina, “Xeber nedan me”  3 rojên ewil ên erdhejê bi bîr xist û da zanîn ku hê jî di bin xirbeyan de cenaze hene û wiha got: “Ne xwedî li miriyan û ne jî li kesên sax derketin.” 

Sabîha Ceyhan herî dawî got: “Niha pirsgirêka me ya herî mezin paqijî û av e. Av nayê Hatayê. Piştgiriyek ji bo paqijiyê tune bû, bi gelemperî xwarin dianîn û didan rûyê mirovan. Me gelek zehmetî kişand. Li me nehat girtin, hemû alîkarî dereng hatin. Dibe ku bi hezaran mirov ji bin xirbeyan birevin ger rojek an du roj berê bihatana. Lê hê jî kesên di bin xirbeyan de mane û winda ne. Li vir ji her malbatekê herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.”