Abdullah Ocalan ji bo gelê Şengalê peyamek taybet şand
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke taybet ji gelê Şengalê re şand. Peyama Abdullah Ocalan bi girseyî hat xwendin.

Şengal – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gelê Şengalê re peyameke taybet şand û diyar kir ku ferman wê careke din qet li wan ranebe û ew maf û hebûna wan biparêze.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyameke taybet ji gelê Şengalê re şand.
Peyam li Bexçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê yê Şengalê ji aliyê endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve bi civîneke çapemeniyê hate xwendin.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo gelê Şengalê bi vî rengî ye:
“Ji rêveberiya Şengalê û civaka Êzidî re
Ez ne Êzidî me, lê belê min êşa we û nasnameya we ji xwe re kir derd. Careke din wê qet û qet ferman li we ranebe; ev zilm wê li ti cihî li we dubare nebe. Ez dest ji hesabpirsîna ji wan kesên ku komkujiya dawî kirine bernadim. Ez ê bidim pey şopa wan jin û zarokên hatin revandin. Ji bo bêne rizgarkirin û edalet bi cih bê anîn ez ê heta dawiyê têbikoşim. Min ji xwe re kir kar û wezîfe ku wan rojan em bi hev re ava bikin, ku hûn bi rengekî azad bijîn û çanda xwe bi serbilindî û bi rûmet dewam bikin.
Hurmeta min a ji bo we gelekî mezin e. Ez hebûn û mafên we diparêzim. Min ew diyariya we ya hêja wergirt. Ez soz didim em ê rojekê hev bibînin ku ew cil jî wê li ser min be. Bi hêviya ku di hevdîtinên xurt û azad de bigihêjin hev.
8’ê Îlona 2025’an
Silav û hurmet
Abdullah Ocalan
Girava Îmralî”