'Şoreşa Rojava ji jinan re bû îlhama azadî û yekitiyê'

Jinên ji pêkhateyên Ereb û Kurd ên Efrîn-Şehbayê bi boneya salvegera 12'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê gotin ku bi pêşengiya jinan şoreşa Rojava û destkeftiyên mezin di dîrokê de bi dest xist her wiha bû îlhama azadî û yekitiyê.

HESNA MIHEMED

Şehba - 12 sal li ser şoreşa 19'ê Tîrmehê ku di sala 2012'an de dest pê kiriye re derbas dibe. Di nava salên şoreşê de gelê Kurd li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serkeftinên dîrokî bi berxwedan û têkoşînê nivîsandin. Di vê şoreşê de jin bûn xwedî rol, hebûn û misyon û ji hemû waran ve şoreşa Rojava bi rê ve birin û bi şoreşa jinan li tevahî cîhanê hat pênasekirin. Ev şoreş bi saya pakrewanên ku canê xwe feda kirine heya roja îro didome. Sîstema Rêveberiya Xweser her wiha sîstema hevserokatiyê li herêmê hatin rûniştandin û di nava civakê de xebatên xwe dan meşandin. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû pêkhate bi mezheb û olên xwe ve di nava vê sîstemê de cihê xwe digrin.

Di nava şoreşa Rojava de yekser jinên pêşeng û siyasetmedar ji aliyê hêzên desthiladariyê ve hatin hedefgirtin û di doza Kurdî de wan berdêlên herî giran jî dan. Her wiha jinên Kurd wek Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr û bi sedan ji nemirên jin bi çalakiyên xwe dîroka gelê Kurd nivîsandin.

Bi boneya salvegera 12'emîn a şoreşa 19'ê Tîrmehê jinên ji pêkhateyên Ereb û Kurd ên Efrîn-Şehbayê nêrînên xwe parvekirin.

‘Di nav aloziya Sûriyeyê de xeta sêyemîn bû bingehê şoreşê’

Ruweyde Îbrahîm ji pêkhateya Kurd e teqez kir ku di nava aloziya Sûriyeyê de xeta sêyemîn hilbijartin û şoreşa xwe dest pê kirin û got: "Bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re me weke gelê Kurd xeta sêyemîn ew jî xeta demokrasî, wekehvî û yekitiya gelan hilbijart û şoreşa xwe ya 19'ê Tîrmehê dest pê kir. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re me gelek destkeftî bi dest xistin û gavên serkeftinê di dîrokê de avêtin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me sîstema Rêveberiya Xweser a Demokratîk di nava civakê de ava kir û jin bûn xwedî rol û hebûn di nava vê sîstemê de. Sîstema hevserokatiyê li tu welatan nayê peydakirin, bi berxwedan û têkoşînê me ev pergal li cîhanê belav kir di qada leşkerî, siyasî, diplomosî û civakî de ji ber wê şoreşa Rojava bi şoreşa jinan tê pênasekirin. Gelek pêşengên jinê ên vê şoreşê bi rêve dibirin hatin hedefgirtin her wiha gelek têkoşerên jin jî bi çalakiyên xwe li dijî dagirkeran li cîhanê deng vedan. Em şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî jinan û Rêber Apo pîroz dikin."

'Şoreşa Rojava hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne'

Neda El Muhemed ku ji pêkhateya Ereb e bal kişand ku bi saya şoreşa 19'ê Tîrmehê hemû netew, ol, mezheb û pêkhate jiyana wekhev bi hev re dijîn û ev tişt anî ziman: "Em Şoreşa 19'ê Tîrmehê li hemû jinên cîhanê û bi taybetî li Rêber Apo pîroz dikin. Bi saya raman û felsefeya Rêber Apo îro hemû mezheb, ol û pêkhateyên civakê bi hev re jiyana wekhev dijîn û projeya neteweya demokratîk pêk tînin. Di demê serweriya hikumeta Şamê de her dem gelê Kurd nasnameya wan hatibû tunekirin lê bi avakirina sîstema Rêveberiya Xweser û li herêmên wê hemû netew bi rengên xwe dijîn û tev digerin. Tu ferq û cudahî di nava pêkhateyan de nayên peydakirin. Jinên Ereb di vê şoreşê de gavên serkeftî avêtin bi qetandina zincîrên koletiyê û li azadiya xwe geriyan, em di saziyan de li kêleka mêr kar û xebatên xwe didin meşandin."

'Bi ruhê 19'ê Tîrmehê em berxwedana xwe didomînin'

Raniya Ehmed ji pêkhateya Kurd e diyar kir ku beriya şoreşa Rojava dest pê bike jiyana me di bin desthiladariya mêr de bû û got: "Berî ku ev şoreş dest pê bike û deriyên xwe ji me re veke, jiyana me her di bin desthilatdariya mêrên serdest de bû di nava koletiyê de dijîn û mafê me hatibû standin. Bi derketina çirûska şoreşa Rojava jin careke din mafên xwe girt û di hemû qadên jiyanî de bû xwedî rol û hebûn. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji me re deriyê azadiyê vekir û em xwe li ser vê ramanê xwe perwerde û rêxistin dikin. Di her saziyekê de jinan rolê xwe dilîze. Bi ruhê 19'ê Tîrmehê em berxwedana xwe li warên koçberiyê didomînin heya ku warên xwe yên dagirkirî ji dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ve rizgar dikin her wiha soza xwe ya misogerkirina azadiya fizîkî ye Rêber Apo nûjen dikin. Şoreşa Rojava ji jinan re bû îlhama azadî yekitiyê."