Şilêr Semed: Êrîşên dronan ziyanê didin jîngehê û xaka herêma me
Seroka Navenda Silêmanî ya parastina jîngehê û herêmê, Şilêr Semed got: “Ji ber neparastina sînorên me, êrîşên dronan ziyanê didin jîngehê, xak û avhewaya herêma me. Ketina dronan jîngeh û hewayê jehrî dike.”
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Şer bi awayekî rasterast bandorê li jîngehê dike û encamên guherîna avhewayê bi lez bi xwe re tîne, dibe sedema texrîbkirina xwezayê. Ev ziyan, piştî şer gelek salan didomin. Ji ber bandora şerê di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de, li herêma Kurdistanê ziyan digihîje welatî, jîngeh û ajalan. Şerên bi çek li ser xwezayê bandorên hilweşîner dihêlin. Ji ber qirêjiya ku piştî şer çêdibe, encamên di asta felaketê de li ser jîngehê çêdibin. Şer gefek mezin li jîngeha cîhanê dixwe. Tevî lihevkirina di sala 1977’an ji bo parastina jîngehê ji şerên çekdarî, hê nehatiye bicihkirin û gelek welat li gorî vê peymanê tevnagerin. Ji ber wê daxwaz tê kirin ku aliyên di demên şer de ziyanê didin jingehê bên cezakirin.
Ji 28’ê Sibatê ve ji ber şerê ku di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de hatiye destpêkirin û 40 roj in didome, bi nêzî 700 dron û fuze ji aliyê Hêzên Pasdarên Îranê û komên hevpeymaniyên li Iraqê ve herêma Kurdistanê kirin hedef. Ji derveyî mirina mirovan, zirar gihîşt jîngehê jî.
‘Jingeha Kurdistanê ji ber êrîşên dagirkeran tune dibe’
Seroka Navenda Silêmanî ya ji bo parastina jîngeh û herêmê Şilêr Semed, diyar kir ku qirêjbûna jîngehê pirsgirêkek mezin e û got: “Ji ber şeran jîngeh tune dibe. Ev şer bandorên wisa xirab çêdike ku zêdeyî sed salan e jîngeh û jiyan bi paş dikeve. Roj bi roj jîngeha cîhanê ber bi qirêjbûnê ve diçe. Herêma Kurdistanê ji vê bêpar nîn e. Tevî qirêjbûnê welatî û aktivîstên jîngehê bi berdewamî kesan hişyar dikin, da ku jingehê ber bi nûbûnê ve bibin. Jixwe jîngeh qirêj bûye di ser de jî berê êrîşan dane ser herêmê. Ziyanek demdirêj dide jîngeha herêma Kurdistanê. Bi riya karesatên kimyewî avhewaya herêmî jehrî dibe. Êrîşên dronan ziyanê didin jîngehê û dibin sedema nexweşiyan. Bi wan gazên ku piştî teqînên dronan belav dibin, mirov, jîngeh û ajalên wê herêmê bi jehrê dikevin. Şer dibe sedema qirêjbûna jîngehê. Divê her kes ji bo paqijkirina jîngeh û avhewayê hewl bide. Pêşî li tunebûna ajalan bigre, ji bo astengkirina şeran hewl bide.”
‘Bermahiyên şer bi hezaran salan di axê de dimînin’
Şilêr Semed da zanîn ku dronên dikevin erdê di axê de dimînin, piştre ziyanê didin welatî û ajalan, bandorê pir xirab li ser axê dihêlin û got: “Ji ber êrîşên bi dronen û ketina wan a nava zeviyan ziyaneke zêde digihîje jîngeh û avhewaya herêmê û xakê. Li pişt ketina xwarê ya her parçeyên tên rakirin, ji ber her ketinek û ew madeya têde, xak bi hezaran sal ber bi tunebûnê ve di.e. Divê welatî di dema bûyerê de neyên cihê bûyerê, da ku ji gaz û bermahiyan bi bandor nebin, an jî serdana derve bikin û ji şeran dûr bikevin.”
‘Sînorê me Kurdan bê parastin in’
Şilêr Semed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Sînorê welatê me Kurdan di destên dagirkeran de ne, em bê parastin in. Divê welatî bi xwe parastina xaka xwe bikin. Bi riya şînkirina herêmê divê jîngeha Kurdistanê baştir bikin. Divê her welatiyek li ber mala xwe şitil û şînahiyan biçîne da ku jîngeh baştir bibe. Divê welatî di dema geşt û seyranan de herêmê paqij bigrin, ziyanê nedin xaka xwe.”