Şêniyên Helebê li dijî dorpêçê meşiyan
Li dijî dorpêçkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê welatiyên taxê meşiyan û di meşê de bang hat kirin ku dorpêçê were rakirin.

Heleb- Ev zêdetirî mehek e hikûmeta Şamê taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dorpêç kiriye. Ev dorpç jî rê li pêşiya metirsiyên mezin vedike. Li dijî vê yekê bi sedan şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi hêrseke mezin û di bin dirûşma “Na ji dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re”, “na ji siyaseta birçîbûnê re” û “Bijî berxwedana gelê azad” daketin qadan û banga rakirina dorpêçê kirin. Her wiha pankertên bi nivîsa “Na ji siyaseta birçîbûnê re”, “Em daxweza rakirina dorpêçê dikin” , “Bijî berxwedana gelê azad” hatin rakirin. Di meşê de şêniyên taxê ji hemû pêkhateyên xwe û endamên sazî û dezgehên sivîl û partiyên siyasî û rûspyên taxê amade bûn. Meşê ji pêşiya Jêrzemîna Yasî dest pê kir û heya benda kontrole ya taxa Eşrefiyeyê berdewam kir.
Paşê Endama Rêveberiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Miraî Şiblî axivî û got: “Dirûşma me her dem berxwedan e ji bo wê em ê bi hemû cureyan li ber xwe bidin, me hemû cîhanê fêrî berxwedaniyê kir û berxwedan bi çi rengî ye. Ji bo wê ev tiştên ku niha dewleta Sûriyeyê tîne serê gelê Kurd ne nû ne, dixwaze bi van siyasetan demê berê vegerîne lê ev tişt xeyal e ji ber ku gelê Sûriyeyê ne ew gelê ku serî bitewîne ye. Niha gel bûye xwedî îrade. Ne ji gelê taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bûya dê niha hemû bajarê Helebê di bin destên çeteyan de bûya. Em careke din dibêjin ji tîma çaremîn re ku dîroka Colan di Şêx Meqsûd re derbas nabe gelê me şiyar e mafê xwe dixwaze. Niha ji ber ku em gelek berxwedêr in li ser me pêdiviyên jiyanî qut dikin û dixwazin gelê me birçî bihêlin.”
“Em mileteke xwedî dîroka berxwedanê ne”
Fewziyê Xeleyî ya ku tevlî meşê bûye bi van gotinan karesata ku dorpêç bi xwe re tîne anî ziman û got: “Em vê dorpêça li ser taxa Lêx Meqsûd bi tundî şermezar dikin. Di vê taxa me ya bicûk de hemû pêkhate dijîn bêyî ku tu ferq û cudahî bixin navbera hev. Tiştê ku niha tîma çaremîn tîne serê gelê taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di tu olan de nehatiye dîtin. Em di meheke pîroz de ne pêwîstiya gel bi pêdiviyên jiyanî heye em ber bi cejnê ve diçin lê em dibînin ku kîna wan ji bo gelê taxê çiqas pir e. Em mileteke xwedî dîroka berxwedanê ne. Em miletek berxwedêr in em ê li ber xwe bidin û taxa xwe ji kesê re nahêlin bi berxwedaniya taxa Şêx Meqsûd Heleb bi ser ket.”
“Em bang dikin ku dorpêçê rakin”
Her wiha Helîma Xalê jî nêrîna xwe wiha anî ziman: “Em îro li dijî tîma çaremîn derketin ji ber ku ev zêdetirî mehek e li ser taxên me dorpêç ferz kiriye. Em vê yekê qebûl nakin. Divê di demeke nêz de bihêlin ard û mazot û pêdiviyên din bînin taxê. Em di karesateke mezin re derbas dibin. Bila cihên pêwendîdar rê li pêşiya vî tiştî bigrin û bila dorpêç ji ser taxên me rabe. Em bi aramî bijîn û karê xwe bikin. Bila tu carî xeyal nekin ku gelê Şêx Meqsûd serî ji dagirkeran re dayne em ê bi hemû rê û rêbazan li ber xwe bidin û bandora tiştek li ser berxwedana me çênabe.”
Meş bi dirûşma “bijî berxwedana Şêx Meqsûd” bi dawî bû.