Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan

Şêniyên Wargeha Mexmûrê, bi meşekî girseyî êrişên dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilata Sûriyeyê û Şengalê şermezar kirin û gotin: “Em ê wek gelê Kurd bi yekitî û xurtkirina parastina cewherî bersîva hemû êrişên li dijî gelê Kurd bidin.”

Mexmûr- Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî êrişên artêşa dewleta Tirk ê ji 23’ê Cotmehê ve bi bejahî û balafirên şer, bêmirov û çekên giran seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê hedef digre, şermezar kirin. Meşa ku bi beşdariya şêniyên wargehê li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir, heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî cangoriyên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Bûdak axivî.

‘Êrişên tên pêkanîn, nîşaneya tekçûna dewleta Tirk û Mala Barzan e’

Fîlîz Bûdak, di destpêka axaftina xwe de ji bo malbatên kesên ku di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane bibîranî û wiha axivî: "Dewleta Tirk a dagirker ê ku li hemberê polîtîkayên hêzên û li hemberê tevgera azadiyê têkçûnek jiyan dike, bi hemû awayî bi hevkariya hêzên NATO’yê êrişê gelê Kurd dike. Duh şevê din vê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê êrişê malên sivîl, pîşesazî û cihên leşkerî dike. Dixwaze têkçûna xwe bivî awayî veşêre. Êrişên tên pêkanîn, nîşaneya tekçûna dewleta Tirk û Mala Barzan e. Dema mijar dibe Kurd hemû hêzên navdewletî û kesên xwe wekî xwedî wijdan pênase dikin bêdengiya xwe diparêzin. Hêza Rojavayê Kurdistanê û gelê Kurd heye ku li dijî hemû êrişan li ber xwe bide û têkoşîna xwe bilindtir bike. Şerê cîhanê seyemîn a ku navenda wê Kurdistan û tevgera azadiya Kurdistanê bi hemû dijwariya xwe berdewam e. Em ê vî şerê bi şerê gelê Şoreşgerî bigihînin serkeftinê. Berxwedan û têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistan û Rêber Apo didome. Divê em jî wek gelê Kurd bi çalakiyên xwe bi gerîla û Rêber Apo re bibin yek.”

Yê ku çareserî pêkbîne Rêber Apo ye’

Fîlîz Bûdak, diyar kir kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Dewleta Tirk li aliyekî banga aştî û çareseriyê dike, li aliyê din jî êrişê gelê Kurd dike. Lewma heta ku Rêber Apo nebejê mûzakare heye, bi pazerên xwe re hevdîtin neke, pêvajoyê neyê destpêkirin û êrişên li ser gelê Kurd bi dawî nebe, tu kes nikare behsa pêvajoyek bike. Em ê wek gelê Kurd bi yekitî û xurtkirina parastina cewherî bersîva hemû êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengal û Qadên Parastinê yên Medyayê bidin. Hêza me heye ku em li hemberî hemû êrişan gelê xwe biparêzin. Yê ku çareserî pêkbîne Rêber Apo û tevgera azadiya Kurdistanê ye.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ bi dawî bû.