Şêniyên Kobanê li dijî tecrîdê li qadan bûn
Bi hezaran ji şêniyên kantona Kobanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. Jinên ku beşdarî meşê bûn teqez kirin ku ew ê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd bênavber têbikoşin.

Kobanê - Tecrîda li ser Rêber gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji dîroka komploya navneteweyî ya 15`ê Sibata 1999`an heya roja îro, bi hemû dijwariya xwe berdewam dike tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîna şênberiya polîtîkayên qirkirinê ya li ser gelê Kurd rojane tê kûrkirin û girankirin. Şêniyên herêma Firatê, Kongreya Star, saziyên civaka Sivîl, ciwan û Rêveberiya Xweser di bin diruşmeya "Bi berxwedana gelan em ê pergala Îmraliyê têk bibin û Rêber Apo fîzîkî azad bikin" li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û di heman demê de li dijî êrîşên dewleta tirk yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşeke girseyî li dar xistin.
Gel bi hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi berzkirina dirûşma "Bê serok jiyan nabe" ji qada Jina Azad dest bi meşê kir û li qada şehîd Egîd rawestiya.
“Rêber Apo projeva Neteweya Demokratîk ji bo hemû gelan bi pêş xist”
Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Mizgîn Xelîl wiha axivî: "Di 1998`an de bi konsepteke giştî û êrîşeke topyekûn komployeke navdewletî di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd dest pê kir. Rêber Apo gelê Kurd ji koletiyê ber bi azadiyê ve anî, ji tunebûnê hebûn afirand û li dijî hişmendiya tevahî pergalên desthilatdar û netew-dewletan, projeya Neteweya Demokratîk pêşkêşî tevahî gelên bindest kir. Hêzên hegemon projeya Rêber Apo ya azadî û demokrasiyê li ser hebûna xwe xetere dibînin, ji lewre tecrîdekê giran li ser Rêber Apo dimeşînin û nahêlin ku em agahî jê bigrin.”
“Em bi şerê gel ê şoreşgerî têkoşîna xwe xurt bikin”
Mizgîn Xelîl bal kişand ser pêwîstiya bilindkirina têkoşînê û wiha got: “Banga me ji bo gelê Kurdistanê, yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî ji bo gelê herêma Firatê heye ku em li hemberî êrîşên dewleta tirk hişyar bin. Em li dijî gef, dagirkerî û êrîşên dewleta tirk bi şerê gelê şoreşgerî têkoşîna xwe xurt bikin. Divê em li hemberî faşîzmê, dagirkerî û NATO’yê deng û helwesta xwe bikin yek. Her wiha ji bo Rêber Apo jî. Rêber Apo ji bo yekitiya gelan, azadiya jin û pêkhateyan kedeke mezin da. Ji ber vê erka me ya exlaqî ew e ku em tecrîdê ji holê rakin û azadiya wî ya fizîkî bi dest bixin. Em deyndarên Rêber Apo ne û divê em xwedî lê derkevin, pêwîst e em her dem li ser piyan bin û doza Rêber Apo bikin dozeke cîhanî."
Meş bi dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê" û "Bê serok jiyan nabe" li qada şehîd Egîd bi dawî bû.
Jinên ji pêkhateya Kurd û Ereb ên beşdarî meşê bibûn bertek û hêrsa xwe ya li dijî tecrîda li Girava Îmraliyê ji ajansa me re anîn ziman.
"Em ê di her kêliyê de têkoşîna şikandina tecrîdê bimeşînin"
Cuneyna Elî di axaftina xwe de bal kişand ser bertekên jinan û wiha got: "Ev 24 sal in Rêber Apo ji aliyê hêzên komploger ve hatiye girtin û di van çend salên dawî de di nava tecrîdeke giran de dijî. Di dirêjahiya van salan de bêdengiya civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî van binpêkiririnan, hevkariya wan nîşan dide. Ji lewre tu hêviyên me ji wan tune ne ku rola xwe di vê mijarê de bilîzin. Ji bo vê em di çalakiya xwe ya îro de dibêjin ku em ê Serok Apo bi hêz û vîna xwe ji Girava Îmraliyê rizgar bikin. Bi taybetî em weke jin ku Rêber Apo ji bo me kedeke mezin da û gelek proje pêkêş kir, em ê xwedî lê derkevin û di her kêliyê de têkoşîna azadiya wî ya fizîkî bidomînin."
"Me jinên Sirînê xwe di nava bîrdoziya Rêber Apo de nas kir"
Her wiha Semîra Edhem Walo ya ji bajarokê Sirînê wiha axivî: "Em îro weke jinên ji pêkhateya Ereb ên bajarokê Sirînê beşdarî meşa ji bo azadiya Rêber Apo bûne. Em jî xwe di nava bîrdoziya Rêber Apo ya azadiya gelan û bi taybetî ya jinan de dibînin, ji ber vê em jî îro rabûne ser piyan da ku dengê xwe bi gelê Kurd re bikin yek. Em îro xwe di bin sîwana bîrdoziya wî de birêxistin dikin û civaka xwe birêve dibin. Me bi saya wî weke jin vîn û hebûna xwe bihêz kir ku em rola xwe di nava civakê de bilîzin."