Şêniyên Kantona Qamişlo êrişa dewleta Tirk şermezar kirin

Bi hezaran şêniyên Kantona Qamişlo êrîşên dewleta Tirk a di encama wê de 2 jê zarok 4 kes jiyana xwe jidest dan şermezar kirin û gotin dê ev êriş serî bi me nede tewandin.

Qamişlo – Berî çend rojan dewleta Tirk bi SIHA’yê, li Sînaya ya bajarê Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seyareyek hedef girt û di encama êrişê de 2 jê zarok 4 kes jiyana xwe ji dest dan û her wiha hin ji wan bi giranî çend kesên li derdor jî birîndar bûn.

Der barê vê yekê, bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo ji Çarxerêya Basil ber bi Nûnertiya Rûsya ya li Qamişlo - Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çûn û li pêşiya nûnertiyê çalakiyek lidar xistin. Gelê heremê bi dirûşmeyên li dijî qetilkirina gelê herêmê dengê xwe bilind kirin û wêneyên zarokên ku bûne qurbaniyên şerê dewleta tirk hildan. Her wisa li wê derê jî şandeyek ji kesên amade derbasî nûnertiyê bûn da ku nameya gel bigihînin wan û daxwaza rawestandina êrişên dewleta tirk kirin.

Banga girtina qada hewayî

Nameya ku li ser navê Înisiyatîfa Gel, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Partiyên Yekîtiya Netewî hat dayîn wiha bû: “Di ronahiya şert û mercên ku li herêm tê jiyîn bi dagirkirina wê û di derheqê gelê wê de neheqî, kuştin û koçberkirina sivîlan tê kirin. Ev kesên ku bi balafirên keşfê tên hedefgirtin, ew in ên ku li dijî DAIŞ’ê têdikoşin û aramiya gelê wê bi hemû pêkhateyên wê diparastin da ku gel bi ewle jiyan bikin. Lê mixabin dewleta tirk rojane ferdên civakê û gelê herêmên hedef digire û êrîş dike da ku careke din terorê DAIŞ’ê vejîn bike, di heman demê de ji bo belavkirina tirs û tevlîheviyê her tim dixebite, ji bo gel bireve û herêm vala bimînin. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku bi lez pêşiya van êrîşan were sekinandin û qedexeya hewayî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were danîn. Em dibînin ku dewleta Rûsya dikare li pêşiya dewleta tirk bisekine û kiryarên wê yên kuştina zarok, jin û kal û pîran bêyî ku sûcekî van kesên sivîl hebe.”