Şêniyên Kantona Qamişlo êrîşa dewleta tirk a li dijî 3 sivîlan bi meşeke girseyî şermezar kirin
Îro li Kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li ser 3 sivîlan a ku li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat, meşeke girseyî li dar xistin û ev kiryar şermezar kirin. Her wiha destnîşan kirin ku ev meşa girseyî bersiva hovîtiya wan e ku dê her dem gelê Kurd li ser piyan be û serê xwe ji dijmin re netewîne.
Qamişlo- Her ku diçe, kiryarên dewleta tirk zêde dibe û hovtir dibe, bi taybet di dema dawî de dewleta tirk êrşên xwe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kiriye û sivîlan ji xwe re hedef digre. Duh di 9’ê Mijdara 2021’an de dewleta tirk bi balafireke bêmirov wesayetek hedef girt li taxa Hilêliyê a girêdayî bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di encama wê êrîşê de jî 3’ê kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên Kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina vê êrîşa hov meşeke girseyî li dar xistin û nerazîbûna xwe nîşan dan. meş ji Qada Şehîd Xebat a Hilêliyê ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û li ber dergehê konê şehîdan veguherî mêtîngê.
Li ser navê malbatên şehîdên ku di teqînê de şehîd ketin Rêzan Gulo axivî û got: “Em wekî malbat, soz didin ku wekî kalikê min Yûsiv Gulo digot 50 xortên me hebin em ê di ber axa welat de bidin. Dewleta tirk her dem kesên pêşeng û têkoşer hedef digre. Yûsiv Gulo layiqî şehadetê bû ku 60 salî tekoşiya. Heta ku yek ji jin, zarok û xortên me hebin em ê bi fikirên rêber Apo bijîn û em ê bi azadî bijîn.”
“Ev ne cara yekemîn e ku sivîlan qetil dike”
Endama Kongreya Star a Kantona Qamişlo Xaliya Necar der barê vê meşê de axivî û got: “Ew bûyera li bajarê Qamişloyê bi tundî şermezar dikin, ji ber ku ev ne cara yekemîn e ku sivîlan hedef digre û qetil dike û komkujiyan der heqê wan de pêk tîne. Ev kiryar li ber çavên Emerîka û Rûsyayê çêdibin ku xwe bêdeng dikin. Çawa dewleta tirk zagonên navdewletî binpê dike û balafirên xwe derbasî bajarê me dike û sivîlan dikuje. Ev kombûna me û meşa me ya girseyî bersiva êrîşa dewleta tirk a duh e ku em jê re dibêjin em ji te natirsin û em li ser piyan in.”
“Bila dewletên navneteweyî bi erkê xwe rabin”
Hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsiv wiha nerazîbûna xwe diyar kir: “Di encama êrîşa dewleta tirk de 3 sivîl şehîd ketin û her sê jî ji malbatek bûn, ev malbat welatparêz e û bi dehan şehîd dane. Dewleta tirk dev ji kiryarên xwe bernade û mebesta wan ji vê yekê şikandina hêza Kurdan e. Em bang li kesên xwedî biryar dikin ku dengê xwe derxin û mafê miletê Rojava biparêzin û bi erkên xwe rabin. Em bi şehîdên xwe serbilind in û em ê li ser şopa wan bin û em hemû şehîdan bi bîr tînin.”
“Dijmin nikare moralê me bişkîne”
Her wiha Endama Yekitiya Partiya Demokratîk Semer Muhemed axivî û got: “Em bi vê bûyerê gelekî êşiyan lê dijminê me nikare moralê me bişkîne. Bi vê êrîşê dixwaze bêje ku di nav me de ye û me hedef digre lê daxwaza wan nagihîje serî û em hemû bi gel û şehîdên xwe re ne û em hemû destek in. Em ê piştgirtiya hevalên xwe bikin û em vê yekê qebûl nakin ji bo wê em derketine kolanan. Malbatên me yên welatparêz em ê parastina wan bikin û piştgirtiyê bidin wan.”
Meş bi dirûşma “Şehîd namirin, bimre dijminê Kurd” bi dawî bû.