Şêniyên herêma Firatê li dijî êrîşan herikîn qadan

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê di bin dirûşmeya "Em êrîşên dewleta tirk yên qirker û faşîst a li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin" li kantona Kobanê daketin qadan.

Kobanê - Dewleta tirk ji meha Tîrmehê de gef, êrîş û bombebaranên bi riya balefirên bê mirov, obîs û hawanan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijwar kiriye. Di encama êrîşan de zarok, jin û kesên bi temen mezin jiyana xwe ji dest didin û birîndar dibin, her wiha mal û milkên gel ziraran dibînin.

Bi hezaran ji şêniyên herêma Firatê, rêveberî, sazî û dezgehên wê bi pêşengiya rêxistina Kongreya Star li hember êrîşên dewleta tirk meşiyan. Jinan, zarok û gel  bi dehan wêneyên şervan û sivîlên ku di encama bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, pankartên bi nivîsa "Em bêdengî û hevkariya hêzên garantor yên bi dewleta tirk re şermezar dikin", "Na ji dagirkeriyê re"  û "Bes e ji bêdengiyê re" û alên Konreya Star hildabûn.

Meş bi diruşmên "Berxwedan jiyan e" û "Na ji dagirkeriyê re" ji qada Jina Azad destpê kir û ber bi qada şehîd Egîd ve çû û rawestiye.

“Êriş li dijî şoreşa jinan e”

Li qada şehîd Egîd piştî tilîlî û siloganan û piştî yek deqe rêzgirtinê berdevka kordînesyona Kongreya Star ya herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û wiha got: "Helwestên ku di roja îro de di bin bîrdoziya Netewa Demokratîk de tên jiyîn, bersiva herî bihêz ya li dijî van êrîşan e. Dewleta tirk dixweze herî zêde jî van bertekan di kesayeta jinan de rawestîne. Ji ber vê em weke jin van êrîşan weke êrîşa li ser şoreş û destkeftiyên xwe dibînin. Ji lewra em ê pêşengiyê bikin û asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em bikarbin azadî û statûya xwe misoger û mayînde bikin."

Meş bi silavkirina berxwedana şervanên YPJ`ê, YPG`ê û QSD`ê bi dawî bû.

"Bi DAIŞ’ê êriş kir encam negirt, niha ew bi xwe êriş dike"

Sedîqa Ehmed ku beşdarî meşê bibû, helwesta xwe wiha anî ziman: "Me weke dayîk bi xwîna zarokên xwe me soza berxwedana heta dawiyê daye. Ji ber vê dema ku dewleta tirk êrîş dike û bê navber me topbaran dike, bila nafikre ku em ê dest ji vê axê berdin û koçber bibin. Êdî dewleta tirk jî dizane ku em nayên qirkirin û dawiya me nayê, ji ber vê em dibînin zarokan, jinan û pîran hedef digre. Dewleta tirk di destpêkê de berê DAIŞ`ê da herêmên me, lê pilanên wan binketin ji lewra ew niha bi xwe êriş dike. Li aliyekî din em dibînin ku hemû hêz û civaka navdewletî bêdeng in, ev tenê tiştekî diyar dike ew jî hevkariya wan ya bi hev re ye. Em van lihevkirianan şermezar dikin, em ê her tim li ser piyan bin û xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin."