Şengalî li dijî polîtîkayên şer ên dewleta Tirk meşiyan

Îro li Şengalê pêkhatiyên Êzîdî û Ereb bi dirûşmeya ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ li dijî polîtîkayên şer dewleta Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê meşek lidarxistin.

Şengal- Îro li Şengalê bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê û bi beşdariya pêkhateyên Êzidî û Ereb li dijî planên dagirkeriya Tirk meşeke girseyî ya bi dirûşmeya, ‘Na ji dagirkeriya Tirk re’ hate lidarxistin. Meş li ber Mekteba Sor destpê kir, heya ber avahiya Navenda Ewlekariya Nîştîmanî ya Iraqê dewam kir. Girseya gel ji dewleta Îraqê xwest ku nebe şîrîkê dewleta Tirk.

Daxuyanî ji aliyê Cîgirê Hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm ve hate xwendin û axaftin ji aliyê Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo ve hate kirin.

‘DAIŞ tune bû dewleta Tirk êrîş kir’

Dexîl Îbrahîm di destpêka daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên ji sala 2017’an ve li dijî Şengalê destpê kiriye bibîr xist û wiha got: “Piştî têkbirina DAIŞ’ê li Şengalê û vegera xelkê destpêkir,  bi taybet ji  meha Nîsana 2017’an ve dewleta Tirk bi hincetên cûda êrîşî Şingalê dike û gelê me hedef digire. Di nava van salan de bi balefirên keşfê û ên şer bi dehan car êrîş li dijî Şengalê pêk hatine. Di van êrîşan de şervan, xelkê medenî, di nav de zarok hatine  hedefgirtin û şehîd bûne. Her ku diçe metirsiya van êrîşan li ser Şengalê zêde dibe. Sedema zêdebûna van êrîşan jî bêdengiya hikûmeta federal a Îraqê ye. Mixabin di serîde Neteweyên Yekbûyî, dewleta Iraqê û saziyên parastina mafê mirovan li beramber van êrîşan bêdeng dimînin.  Ev êrîşên pêktên tevî ku ji aliyê saziyên peywendîdar yên dewleta Îraqê ve tên lêkolînkirin û bixwe dibin şahîd jî, bi ti awayî dengê xwe nakin. Ev bêdengiya hikûmeta Iraqê ya beramber van êrişan cihê gûmanê ye.”

‘Em Dewleta Îraqê hişyar dikin’

Dexîl Îbrahîm di dewama daxwiyaniyê de bal kişand ser lîstokên Îraqê û da zanîn ku Îraq ji milekî ve behsa vegera xelkê Şengalê dike û ji milekî ve rê ji êrîşan re vedike û wiha got: “Rayedarên Îraqê hem behsa vegrandina koçberên Şengalê û valakirina kampan dikin, hem jî rê li ber êrişên dewleta Tirk vedike! Eger Îraq dixwaze bi rastî gelê Şengalê vegerin ser malên xwe û jiyan careke din li Şengalê geş bibe, bila rê li ber êrişan bigire. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê bi navê hemû pêkhateyên herêmê  dewleta Îraqê hişyar dikin. Hedefa dewleta Tirk diyar û berçave. Hevdîtin û lihevkirinên navbera Iraq û dewleta Tirk de dibin navê, ‘Ewlekarî û parastina sînor’ hewldaneke ji bo bêdengkirina Îraqê û raya giştî ya cîhanî ye. ”

‘Pêwîste gelê Başûr baldarî nêzî van lihevkirinên’ 

Di dawiya daxuyaniyê de Dexîl Îbrahîm bal kişand ser hevkariya PDK’ê û bangeke girîng li gelê Başûrê Kurdistanê kir û wiha got: “Pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê, hêz û aliyên wê yên siyasî bi baldarî nêzî van lihevkirinên navbera Îraq û Tirkiyeyê bibin. Ji ber ev lihevkirin statûya Başûrê Kurdistanê jî dixin nava metirsiyê. Pêwîste hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê meydanê ji PDK’ê re vala nehêlin û ev xiyaneta wê ya li gelê Kurd qebûl nekin.”

‘Eger Îraq dixwaze gel veger ser malên xwe, bila pêşî li êrişan bigire’

Piştî Dexîl Îbrahîm li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û got: Rojane balafir li ser serê me digerin. Eger Îraq ne şirîkê van plan û êrişan be wê bêdeng nemîne û pêşî li êrişan girtiba. Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê naxwaze ku xelkê me vegere ser malên xwe, lewma di dema vegera gel de êrişan pêktîne. Divê dijminê me bizane, wê gel heya dawiyê li ber xwe bide û emê serî li ber ti kesî jî ne tewînin.”

Paşê daxuyaniya bi navê girseyê hate xwendin, Radestî Rayedarên Ewlekariya Nîştîmanî ya Îraqê kirin.

‘Êrîşên li ser Şengalê encama lihevkirinên Tirkiyê û Îraqê ye’

Cigira Hevseroka Desteya Rêvebir a Şengalê Cakilîn Hisên bal kişand ser armancên meşê û wiha got: “Em bi armanca protestokirina hevdîtin û planên dagirkeriya Tirk û Îraqê kom bûne û em meşekê lidar dixin. Em êrîşên ku hatin ser eingalê û zarokên civaka me bûn qurbaniyê wan êrîşan û şehîd bûn em şermezar dikin. Zarokên civaka ku êş kişandî û rastî fermanan hatine dikin hedef. Di encama kombûn û hevdîtinên wan de ev êrîş derdikevin. Em bang li her kesî dikin ku li dijî êrîşan rabin ser xwe û qebûl nekin, bi yek dengî em bêjin êdî bese. Balafirên keşfê yên dewleta Tirk ji ser Şengalê naçe. Weke civaka Êzidî me cihê kesekî nexwestiye. Em mafê xwe dixwazin û pêşeroja zarokên xwe em dixwazin. Yekîtiya Êzidiyan em dixwazin. Em jî perçeyekî axa Îraqê ne. em êrîş û şehadetan nema qebûl dikin û armanca meşa me îro ev e.”

‘Emê rê nedin lihevkirin li ser me bêne kirin’

Endam Tevgrera Azadiya Jinên Êzidî Emşê Korkorkî da zanîn ku civaka Êzidî ne civaka berê ye û wiha got: “Di serî de em şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin û soza şopandina riya wan didin. Civaka me ya Êzidî ne ya berê ye. Îro em hemû kom bûne ji bo ku lihevkirinên ku li Bexdayê hatin çêkirin û hatina wezîrê Îraqê Sûdanî ya Şengalê hemû jî ne ji xêrê re ne. Hatina wezîrê Îraqê ji bo dijminatiya Êzidî ye. Armanca wî ji hatina Şengalê ew bû ku itîfaqa Bexda û Hewlêrê pêk bîne. Li ser xwîna qurbaniyên fermanê û yên êrîşên dewleta Tirk dixwazin siyasetê bikin û lîstokên xwe bikin. Lê civaka me ne ya berê ye û wê rê nede lîstokên wan. Civaka Êzidî xwedî fikir û şerefin. TAJÊ biryar daye ku çi jî bibe wê tucarî biryarên wan qebûl nekin.”