Şengalî ji bo nasîna statuya Şengalê meşiyan

Welatiyên Şengalê bi armanca derketina artêşa Iraqê ji Şengalê û qebûlkirina Xweseriya Şengalê meşiyan.

Şengal - Şengalî li navçeya Sinonê bi daxweza derketina artêşa Iraqê ji nav gund û navçeyên Şengalê, û peydakirina çareseriyekî ji Şengalê re her wiha qebûlkirina statuya Rêveberiya Xweser a Şengalê bi silogana “Bê Şengal jiyan nabe” Meşiyan. Meş ji ber meclîsa gel a Sinonê destpêkir heya çerxeriya Mam Zekî dewam kir. Di meşê de pankarta “Em peymana 9’ê Cotmehê qebûl nakin” hatibûn rakirin. Piştî ku meş gihîşt çerxeriya Mem Zekî ji aliya endamê Meclîsa Xweseriya Şengalê Xelef Şengalê ve hate xwendin. 

Di destpêka daxuyaniyê de bal hate kişand a ser metirsiya pêknîna peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê û wiha hate gotin: “Em weke gelê Êzidî li Şengalê peymana di navbera hikûmeta Iraqê û PDK'ê de ku armanca wê vegerandina Şengalê beriya 2014’an de, red dikin. Ev peyman bê pîkanîn wê ferman û komkujiyên li ser civaka Êzidî bên dobara kirin. Ev peyman  mafê Êzidiyan û bi hezaran jin, zarok û pîrên Êzdiyan ku hatine qetikirin winda dike. Ev peyman hemû hêzên Êzdiyan ên ku li berxwedane û piştî fermanê hatine avakirin dike hedef. Bûyerên vê dawiyê yên Artêşa Iraqê û êrişên wê li ser Şengalê bi fermana Mistefa Kazimî ye. Ev êrîşan bi armanca valakirina Şingalê û Şengal kirina qada nakokiyên navdewletî û Tirkiyê ye. Em bi vê meşê bang li Netewên Yekgirtî, Hekumeta Iraqê û hemî aliyên peywendîdar dikin, li dijî van pilan û êrîşan xwedî helwest bin.”

Welatiyên Şengalê daxwazên xwe bi van xalan anîn ziman:

“*Em her biryarek ku ji bo ji holê rakirina hêzên me yên di dema fermanê de hatine avakirin, red dikin.

*Em bang li NY dikin ku destwerdan li van binpêkirinên li ser civaka Êzidî bike.

*Pêwîste Iraq di çarçoveyeke qanûnî de Asayîşa Êzîdxanê qebûl bike.

*Divê lijneyek bê avakirin, ji bo kesên di dema êrîşên DAIŞ’ê de erka xwe bi cîh ne anîn û gel bi tenê hiştin darizînin.

*Şandeya ku berê niha çend rojan serdana Kazimî kirin nûnertiya Şengalê nake, ev şande ji aliyê PDK’ê û Berpirsê Operasyonên Nînowa ve hatibû rêxistinkirin.

*Em bang li Babê Şêx jî dikin, nebe alîgirê tu aliyeke siyasî, wekhev nêzî tevahî Êzîdiyan bibe, ji ber Bavê Rûhanî yê tevahî Êzîdiyan e.”

Piştî Şengaliyan bi daxuyaniyekê daxwazên xwe ji raya giştî re eşkere kirin, meş bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Şengalê, Bimre Xiyanet” bi dawî bû.

Endama TAJÊ’ê Emşê Kurkurka ya tevlî meşê bûyî got: “Li hemberî pilanên li ser şengalê me meşekî li darxist. Dixwezin bi pilanên qirêj asayîşa me tune bikin. Lazime hemû Êzidî rabin serhildanê û piştgiryê bidin asayîşa xwe. Em jî weke dayik emê heya dawî li berxwe bidin û li pişta zarokên xwe ne.”