Şemê ya ji malbata xwe 36 kes winda kirî: Ji ber em Êzdatiya xwe diparêzin, serê me bilind e

Ji bo bi sedan kesên ku 14 sal berê di êrîşên bombeyî ya li dijî bajarokên Til Ezer û Siba Xidir ên Şengalê jiyana xwe ji dest dan, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Şemê Dero, ku di êrîşa 14 sal berê de 13 kes ji malbata xwe windakirî û 7 sal berê jî di êrîşa DAIS’ê de ji malbata wê 23 kesan jiyana xwe ji dest dabû got: “Tebax ji bo me meheke tarî ye. Her rojên vê mehê bi fermanê derbas dibe. Ez dayika hemû şehîdên fermanê me. Ew hemû kur û keçên min in. Îro, ji ber ku em Êzidatiya xwe diparêzin û ji ber ku şehîdên me li ber xwe dane, serê me bilind e.”

Şengal - Civaka Êzidî, ku dîrok û civakîbûna wê bi komkujî, qetlîam û qirkirinan şekil girtiye, bi serhildêriya li dijî fermanên ku ji paşerojê heta niha jiyaye, bi berxwedanê hatiye hûnandin xwe bi jiyanê ve girêdaye. Civaka Êzidî ji bo ku fermanên di nava 12 mehên salê de jiyayî ji bîr nekin û bîreke civakî biafirînin, her cure çalakiyan organîze dikin. Di afirandina demê de, Êzidî birînên ku bi fermanan re dilê wan bi kurahî dorpêçkirine derman dikin, fermanan di bîranînên xwe de zindî dihêlin û dîrokek ku divê ji nifşên pêşerojê re neyê jibîrkirin dihêle. Di 14’emin salvegera êrîşa li ser Til Ezer û Siba Xidir de, li nuqteya ku êrîş li navenda Til Ezer pêk hat, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Hêzên parastina Şengalê û gelê Şengalê kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), PADE, Hêzên Parastina Şengalê û Meclîsa Gel a Til Ezer jî beşdarî merasîmê bûn. Çalakiya bîranîna ku bi deqeyêk rêzgirtinê dest pê kir, Dayê Şemê Dero ji malbata Çilan, ku di 14’ê Tebaxa 2007’an de 13 endamên malbata xwe û di 3’ê Tebaxa 2014’an de 23 kes ji malbata xwe winda kirî, li vir axaftinek kir.
"Gorên komî vekin û hestiyan bidin dayikan" 
Dayê Şemê Dero bi bîranîna hemû şehîdên fermanê dest bi axaftina xwe kir û wiha dewam kir: “Tebax ji bo me meheke tarî ye. Hemû rojên vê mehê bi fermanê derbas dibe. Ez dayika hemû şehîdên fermanê me. Ew hemû kur û keça min in. Îro, ji ber ku em Êzdatiya xwe diparêzin û ji ber ku şehîdên me li ber xwe dane, serê me bilind e. Di êrîşê de 13 şehîdên min çebûn. Dîsa, di gorên komî de şehîdê min hene, gorên komî vekin û hestiyên zarokan bidin me dayikan. Me çi kiriye ji vê dinyayê? Çima wan ev neheqî li me kir? "
"Bila jinên Êzidî yên hati revandî werin rizgar kirin" 
Dayê Şemê Dero got ew hêvî dike ku jinên Êzîdî yên 3’ê Tebaxa 2014’an di dema êrîşên qirkirinê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin girtin û revandin, di demek nêz de vegerin Şengalê û got: "Ez dixwazim Êzîdiyên li Kampa Holê girtî ne bên naskirin û di demek nêz de werin rizgar kirin. Ji malbata min kes nemaye, yên ku sax in divê werin xilas kirin.” Di dema axaftina daye Şemê de kêliyên hestyar hatin jiyîn, yên ku wêneyên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane hilgirtin hêstir barandin.
"Wan birîndarên me birin û carek din ne anîn”
Piştî çalakiya bîranînê ya li Til Ezer hatî lidarxistin, ji bo kesên di êrîşa li ser gundê Ezer de jiyana xwe ji dest dan, li merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Piştî merasîmên li gundên Til Ezer û Ezer hatin lidarxistin, nuqteyeke din a ku bûbi hedefa êrîşan, Siba Şex Xidir, hate ziyaretkirin. Di merasîma bîranînê ya li Sîba hat lidarxistin de, ji Meclîsa Gel Dayê Şemê Remo axaftinek kir. Dayê Şemê Remo di axaftina xwe de bi bîr xist ku aqubeta Êzîdiyên ku di êrîşan de birîndar bûne hîna jî ne diyar e û got: “Siyaseta bi hişmendiya fermanê tê meşandin dewam dike. Em nizanin wan mirovên me yên ku di êrîşan de birîndar bûne birine ku derê. Çi hat serê gelê me? Niha ew dibêjin ku ew ê fermanê wekî Jenosid nas bikin, ew ê bi vê biryarê ji bo me çi bikin, em mafê xwe dixwazin. Ger ew ê ferman wekî jenosid bipejirînin, divê ew pêşî heqê me bidin me.”
Çi qewimî bû?
Beşek mezin a Şengalê êrîşên 14’ê Tebaxa 2007’an wekî "ferman" binav dikin, yên din jî wekî pêngavek pêşîn a jenosîdê ya ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de qewimî binav dikin. Di 14’ê Tebaxa 2007’an de 4 kamyonên mezin ên tijî teqemenî êrişî Til Ezer û Sîba Xidir kirin. Êrîş, piştî ku kamyonên tijî teqemenî bi îlankirina "alîkarî" Êzîdiyên Şengalê li dora ji kom bûn pêkhat, ji ber vê yekê bîlanço ji bo Şengalê pir giran bû. Di dema van êrîşan de, li gorî daneyên Iraqî, 796 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 562 welatî jî birîndar bûn. Rêxistina bi navê Tûgaya Tolhildanê ya Tirk (TIT) berpirsyariya êrîşan girt ser xwe.