Navenda Nûçeyan- Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korur Fincanci ji hesabê xwe yê medyaya dîjîtal dîmenê cihên ku kavilên avahiyên hilweşiyayî yên ku li herêmên erdhejê tê rakirin parve kir û got:” Li tevahiya herêma erdhejê toza acizker, konjunctivît, nexweşiyên rêka nefesê ya jorîn û aftên dev zêde bûne û wiha got: “Di xebatên rakirina kavilan de avdanî tune, ji bo karkeran an ji bo gel maskeyên tîpa ffp2-ffp3 nine. Jîngeh bi destê mirovan tên wêrankirin.”




