Şandeya NY bi Rêveberiya Xweser a Şengalê re Civiya
Şandeya Netewên Yekbûyî seredana rêveberiya xweser a Şengalê kir û bi rayedarên Civaka Êzidî re Civiya.

Şengal - Şandeya Neteweyên Yekbûyî li Meclîsa Gel a Serdeşta çiyayê Şengalê ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî û Cîgerê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm ve hat pêşwazîkirin. Paşê li mecisê li meclisê bi nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê û rêveberiya TAJÊ’ê re civiyan. Di civînê de herî zêde li ser dû mijaran sekinîn. Mijarê yekem li ser geşedanên dawî li herêmê û naskirina sîstema rêveberiya xweser. Mijara din jî li ser ji nû ve avakirina Şengalê û çawa têkilî bi rêveberiya xweser re danin, bi berfirehî nîqaş li ser van mijaran hatin kirin.