Şandeya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê

Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê.

Şandeya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê

Navenda Nûçeyan – Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne çû Girava Îmraliyê.

Di heyetê de Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan, Parlamenterê Merdînê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Erol jî hebûn.