Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê re, daxuyanî da.

Şandeya Îmraliyê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da

Navenda Nûçeyan – Şandeya Îmraliyê ya ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re duh hevdîtin kir, daxuyaniyek da û wiha got: “Birêz Ocalan destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.”

Daxuyaniya nivîskî ya Şandeya Îmraliyê bi vî rengî ye:

Ji çapemeniyê û raya giştî re:

Wekî Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê, me di 25'ê Tîrmeha 2025'an de li Girtîgeha Îmraliyê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtineke sê saet û nîvan pêk anî.

Me têkildarî hevdîtinên ku çend roj berê bi birêz Serokkomar, birêz Wezîrê Dadê û serokên partiyên siyasî re kirin, danûstendin kir.

Têkildarî merasîma çek şewtandinê ya di 11'ê Tîrmehê de hat lidarxistin, çavdêrî û bandorên merasîmê agahî hatin ragihandin. Birêz Ocalan jî, diyar kir ku awayê merasîmê, vîna hatiye nîşandan, bîr, bawerî û biryardariya hatiye nîşandan pir hêja ye.

Birêz Ocalan destnîşan kir ku ew li bendê ye ku xebata komîsyonê ya li meclisê berfireh be û bi rêbazeke berfirehker tevkariyeke girîng li aştî û demokrasiyê bike.

Silavên xwe ji gel û tevahiya derdorên civakî re şand.

Silav û rêz.

Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê

26'ê Tîrmeha 2025'an