Îztiar Ituno piştgirî da jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê

Îztiar Ituno ya lîstikvana rêzefîlma ‘La Casa de Papel’ ku di cîhanê de weke Lisboa dihat nasîn, ji bo piştgiriya jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dîmenek weşand û dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Baskî dubare kir.

Navenda Nûçeyan- Qetilkirina Jîna Mehsa Emînî ya ji aliyê rejîma Îranê ve li hemû cîhanê rastî bertekên mezin hat, çalakiyên şermezarkirinê yên piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îran û Rojhilat dest pê kirin bi hemû leza xwe didomin. Lîstikvana rêzefîlma ‘La Casa de Papel’ Îztiar Ituno jî bi weşandina dîmenek piştgirî da serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

Îztiar Ituno jî weke gelek jinên Baskê dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hem bi zimanê Kurdî hem jî bi zimanê Baskî dubare kir.