Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve bênavber êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomîne. Balafirên şer ên artêşa Îsraîlê li kolana Selahedîn a rojhilatê bajarê Refahê cihê ku sivîl lê hebûn bombebaran kir.
Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kirin ku di encama bombebaranê de 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Ewropayê ya li bajarê Xan Yunus a Xezayê.
Îsraîl di daxuyaniya xwe ya 6’ê Gulanê de daxwaza valakirina hin taxên li rojhilatê Refahê ku Filistîniyên bi darê zorê ji cih û warên xwe siwar bûne, kiribû. Her wiha sihara 7’ê Gulanê ragihandibû ku bi êrîşa bejayî ya li ser Refahê, deriyê sînorê bi Misrê ve ve yê aliyê Xezayê bidest xistiye.




