Navenda Nûçeyan – Îsraîlê îro danê sibê çend baregehên leşkerî li parêzgehên Lazkiye û Tartûsê yên Sûriyeyê bombebaran kir.
Berdevkê leşkerî yê Îsraîlê di daxuyaniyekê de derbarê êrîşê de got ku li deverên hedefgirtî pergalên mûşekî hene û ev pergal hem ji bo "azadiya navîgasyonê" ya navneteweyî û hem jî ya Îsraîlê gefê çêdikin. Deverên ku rastî êrîşê tên deverên stratejîk ên rojavayê Sûriyeyê ne.
Heta niha daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn ka di êrîşê de mirî û birîndar hene yan na.




