Îsraîlê 247 rojnamevanan qetil kir

Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de mirine zêde dibe. Rojnamevana jin Îslam Abid jî di êrîşan de jiyana xwe ji dest da û hejmara rojnamegerên ku di êrişan de hatine qetilkirin gihîşt 247’an.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Filistînê li Xezayê derbarê rojnamevanên ku li Xezayê, ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve rastî êrîşa artêşa Îsraîlê tê, jiyana xwe ji dest dane de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rojnamevana jin Îslam Abid, ku peyamnêra kanala El-Quds el-Yewm bû, di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da.

Bi mirina Îslam Abid re, hejmara rojnamevanên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve di encama êrîşên artêşa Îsraîlê de hatine kuştin gihîştiye 247’an.

'192 rojnamevan hatin kuştin'

Li gorî Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), ji destpêka şerê di navbera Îsraîl û Xezayê de, ku di 7ê Cotmeha 2023an de dest pê kir, nêzîkî 192 rojnamevan hatine kuştin. CPJ radigihîne ku herî kêm 178 ji van rojnamevanan Filistînî bûn ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin.

Li gorî Sendîkaya Rojnamevanên Filistînî, di êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve berdewam dikin de bi tevahî 278 rojnamevan û xebatkarên medyayê jiyana xwe ji dest dane.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stéphane Dujarric ragihand ku ji destpêka şerê li Xezayê heta niha herî kêm 247 rojnamevan hatine kuştin.

Girtin

Di heman demê de, li gorî daneyên Komeleya Girtiyên Filistînî, Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 197 rojnamevanên Filistînî girtine. Herî kêm 50 ji van rojnamevanan, ku yek ji wan jin e, hîn jî di girtîgehê de ne. Her wiha pênc kes hene ku beriya 7’ê Cotmehê hatine girtin.