Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yê li dijî Xeza bê navber didome. Ofîsa Medyayê ya Hikûmeta Filistînê ya li Xezeyê, têkildarî rojnamevanên hatine qetilkirin daxuyanî da. Di daxuyaniyê de lîsteyeke navên rojnamevan û xebatkarên medyayê yên ku hatine qetilkirin hate weşandin.
Li gorî lîsteyê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê de 246 rojnamevan hatine qetilkirin.
Duh 5 rojnamevan hatin qetilkirin
Duh di êrîşa Îsraîl de 5 rojnamevan hatin qetilkirin. Di êrîşa herî dawî de nûçegîhanê wêneyan ê Ajansa Nûçeyan a Reuterê Husam el-Misrî, kameremevanê televîzyona Qeterê Al Jazeera Muhammed Selame, Meryem Ebu Dekka ya ku di Independent Arabîa û AP’ê de rojnamevanî dikir, rojnamevan Muaz Ebu Taha yê ku li NBC News a Amerîkî dixebitî û rojnamevan Ahmed Ebu Azîz hatin qetilkirin.




