Îranê 90 sal cezayê girtîgehê da 10 jinên Bahaî

47’yemîn Dadgeha Temyîzê ya Îranê, bi giştî 90 sal cezayên girtîgehê û cezayê pere da 10 jinên Bahaî ku li bajarê Esfehanê dijîn.

Navenda Nûçeyan – 10 jinên Bahaî yên bi navê Negîn Khademi, Yegane Agahî, Yegane Ruhbahş, Neda Bedahş, Mojgan Şahrezaî, Şana Şokûyifer, Arzu Sebhaniyan, Perestû Hakîm, Behare Lotfî û Neda Emadî ku li bajarê Esfehanê dijîn, para xwe ji zilma Îranê girtin. 47’yemîn Dadgeha Temyîzê bi giştî 90 sal cezayên girtîgehê û cezayê pere li van jinan birî.

Hat diyarkirin ku biryar bêyî wan hatiye dayîn û tenê parêzer hatine agahdarkirin. Yegane Agahî, Yegane Ruhbahş, Arzu Sebhaniyan, Mojgan Şahrezaî, Şana Şokûyifer, Neda Bedahş, Perestû Hakîm û Negîn Khademi, ji ber sûcên ‘Li dijî Komara Îslama Îranê propaganda kirine’, ‘Bi awayê li dijî baweri û rêgezên îslamê, Bahaîtiyê di nava Misilmanan de belav kirine û fêr kirine’, ‘Li dijî rejîmê bi komên dijmin re hevkarî kirine’ her yek ji wan bi 10 sal cezayê girtîgehê û 100 milyon tumen hatin cezakirin.

Behare Lotfî û Neda Emadî jî bi heman sûcan 5 sal cezayê girtîgehê û 50 milyon tumen cezayê pere girtin.

Di heman demê de 2 sal cezayê qedexeya derketina derveyî welat û 2 salan bikarneanîna medyaya dijîtal hatin cezakirin.

Li gorî biryara dadgehê, telofonên wan ên di malên wan de hatine desteserkirin, kompîter, cihazên dijîtal, zêr, gerdenî, gustîl û dolarên DYE û Avustralya di çarçoveya ‘cezayê temam’ de wê bikin xezîneya dewletê (Fona Misilmanan).  

Ev 10 jinên Bahaî, di 23’ê Cotmeha 2023’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûn binçavkirin, piştî du mehan di dîrokên cûda de ji girtîgeha Dolatabad bi kefalet hatibûn berdan.

Piştî îdeanameyên ku derbarê wan de hatin amadekirin, doz di 23’ê Îlona 2024’an de li 1’emîn Şaxa Dadgeha Şoreşê ya Esfehan pêk hat.

Hate diyarkirin ku Yegane Agahî berê jî hatiye binçavkirin.