Însiyatîfa Nûn: Li dijî tecrîdê em bêdengiya navnetewî şermezar dikin

Însiyatîfa Nûn li dijî tecrîda girankirî ya li beramberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û 6 meh din dirêjkirina tecrîtê bêdengiya navnetewî şermezar kir û bang li saziyên mirovî kirin vê tecrîda li dijî mirovane red bikin.

Navenda Nûçeyan- Îsyatîfa Nûn ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan, dirêjkirina qedexeya 6 mehan ya hevdîtinê li beramebrî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir. Însayatîfê di daxuyaniya ku dayî de diyarkir ku li Tirkiye pîştî encamên hibijartina parlementer û serokkomariyê hikumeta Tirkiye pêkanînên xwe yê cezayên disîplinê yê li beramberî Abdullah Ocalan 6 meh din dirêj kir û rêze komploya navnetewî berdewam dike.

‘Ceza li dijî peymana mafê mirovane’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tecrîda mutlaq ya li beramberî Abdulah Ocalan ketiye demek nû wiha hate gotin: “Eve tê wê wateyê ku derbarê tendirûstiya Abdulla Ocalan de hemû zanyarî wê ji derve werin veşartin. Biryara dirêjkirina qedexeya hevditînê ya 6 mehan ne rewa ye, ji ber ev binbêkirina hiqûqa  navnetewi ye em red dikin. Cezayên disiplinê li dijî peymana mafê mirovan yê ku mafê girtiyan di parêze ye.”

‘Bila dawî li tecrîda derveyî mirovî bînin’

Di daxuyaniyê de bang li kesên ji azadiyê hez dikin, hêzên navnetewî, hiqûqa navnetewî û saziyên mirovî kir kû piştgitiyê  azadiya Abdullah Ocalan bikin û van cezaya red bikin û dawî li tecrîda derveyî mirovî binîn.  Di daxuyaniyê de bêndengiya navnetewî ya li beramberî doza gelê Kurd û Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe berdewam bikin.