Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan banga bilindkirina têkoşînê kir
Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlekarî û aştiyê banga tevlîbûna jinan di cihên biryardanê de dike
Navenda Nûçeyan - Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlekarî û aştiyê, bi boneya roja jinên cîhanê bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî kir ku li hember sûcên sîstematîk ên ku jin rastê tên, erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Însiyatîfê daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan û saziyên ku mafên jinan diparêzin kir ku bi erk û berpirsyariya xwe ya li hemberî sûc û qirkirinên sîstematîk ên ku jin pêre ru bi ru dibin rabin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi munasebeta Roja Jinên Cîhanê li ber deriye û hîna em ji destxistina azadî û mafê xwe yê bingehîn bêparin, tevî hemû peymanên navneteweyî yên li ser mafê jinan jî. Qonaxa niha ya ku em têre derbas dibin, gelek metirsiyên giran digire nav xwe, ji ber ku em di nava şerê sêyem ê parçebûnê yê cîhanî de ne, ku armanca wî derxistina krîzên pêkhatî û dirêjkirina temenê pergala kapîtalîst a gerdûnî ya hilweşiyayî ye. Ji bilî vê, pandemiya Covid-19 ku di destê hemû desthilatdaran de veguheriye çekeke kujer ji bo tepeserkirina jinan, zêdekirina rêjeya şîdetê bi hemû şêweyan û heta asteke nedîtî li dijî wan û derxistina wan ji kar ku di malê de sînordar bimînin.
Li Sûriyeyê em dibînin ku binpêkirinên giran ên li bajar û herêmên dagirkirî ji aliyê dagirkeriya Tirk a faşîst û çeteyên wê ve li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê li dijî jinan tên kirin. Revandin, binçavkirina bi darê zorê, kuştin û îstîsmar her diçe zêde dibe. Ji bilî metirsiya koçkirina bi darê zorê, birçîbûn û guhertina demografi ya, bi taybetî li hermêa Kurdistanê, zêdetir operasiyonên helandin û wêrankirina jîngeh û bermahiyên dîrokî ji bo jinavbirina dîrokeke dirêj li wan deveran tê kirin.
Em li Tirkiyeyê jî rewşên binçavkirin, girtinên keyfî û kuştinên bi mebest weke qirkirina siyasî ya sîstematîk a bi dehan, heta bi sedan jinên têkoşer û pêşengên Kurd dibînin. Her wiha gelek tevger û navendên jinan ên çandî, hunerî, ziman û çapemeniyê tên girtin. Em dibînin ku sûcdar ji ceza direvin, heta ji aliyê desthilatdariya faşîst a Tirk ve tên parastin û piştgirîkirin. Li Iraqê jî em bûyerên berbelav ên xwekujî, kuştinên bi navê namûsê û bazirganiya jinan dibînin. Ji ber binpêkirina berdewam a mafê jinan di gelek qanûnên ku serdestiya mêran xurt dikin, ya herî girîng xala A ya yasaya ceza ya Iraqê ya jimare 111 ya girêdayî mafê mêr e bi nêrînên weke ‘jina xwe terbiye bike’ derdikeve pêş.
Em dibînin li Lubnanê jî hejmara qurbaniyên tundutujiya nav malbatê, zêdebûna bûyerên destavêtin û destdirêjiya cinsî, heta beratkirina tecawizkarek ku bi jina bûye mexdurê tecawîz re bizewice jî zêde bûye. Mijara bêparkirina dayikekê ji mafê wê yê dayîna netewbûna zarokên xwe hîn jî mijareke kolanê ye ji bo gelek rêxistin û saziyên femînîstên Lubnanî.
Jinên Afganî hîn jî êş û azaran dikişînin, piştî ku tevgera Talîban ji vekişîna Emerîkayê sud girt û dest bi desthilatê kir binpêkirinên li dijî wan hîn jî bi tundî berdewam in. Ji talankirina azadî û binpêkirina mafê jinan dest pê dike heta bûyerên kuştin, revandin û girtinê. Her wiha li Îranê diyardeya darvekirina çalakvanên jin û parêzvanên mafê mirovan, bi taybetî li dijî jinên Kurd, bi hincetên derew û bê bingeh hê jî didome.
Weke Însiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan, ji bo ewlekarî û aştiyê em dibînin ku ev hemû diyardeyên ku hatine behs kirin, ji bo me jinan sedema yekirina refên xwe ye ku li dijî pergala baviksalarî têkoşîna xwe mezin bikin. Divê em piştrast bikin ku mîrateya me ya têkoşîna jinan a ku di dîroka herêma me de heye, ji bo me di rêwîti ya dirêj a dijwar de stûnek xurt e.
Em weke Înîsiyatîfa li dijî dagirkerî û qirkirina jinan bang li rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bi giştî û mafên jinan bi taybetî dikin ku rola xwe ya erkdarkirî bilîzin, da ku hêzeke pêşîlêgirtinê ya rast û bibandor ava bikin li hember hemû berpirsên binpêkirin û sûcên ku li dijî jinan hatine kirin, ji ber sûcên şer û tawanbaran ceza bikinê.”