Îlham Mihemed: Xeta qehremaniyê dê xeta îxanetê têk bibe

Xwişka têkoşer Sosin Bîrhat teqez kir ku wê tu carî xeta îxanet û ajantiyê bi ser nekeve û tola pakrewanan wê hildin.

HESNA MIHEMED

Şehba - Di 19'ê Tebaxa 2021'ê de balafirek dronê ya dewleta tirk a dagirker wesayîda fermandarê YPG'ê Rênas Roj hedef girt di heman rojê de dewleta tirk Meclisa Leşkerî ya navçeya Til Temirê hedef girt û di enacma êrîşan de endama Meclisa Leşkerî ya YPJ'ê û Meclisa Leşkerî ya QSD'ê Sosin Bîrhat û sê rêhevalên wê şehîd bûn. Ev êrîş bi riya şaneyên veşartî yên ajanên delweta tirk pêk hat. Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD'ê di roja 26'ê vê mehê de bi riya operasyonek şaneya ku têkliya wan bi şehadeta Sosin Bîrhat û rêhevalên wê Egîd Girkêlegê, Rûbar Hesekê û Sêf Allah Ehmed re hebû girtin. Li gorî agahiyên ku ketine destên hêzên QSD'ê ev şane berspektîfên xwe ji îstîxbarata dewleta tirk digirtin. Ev şane ji sê kesan pêk tê û wê cezayên xwe li gel cihên pêwendîdar bigrin. Xwîşka têkoşer Sosin Bîrhat, Îlham Mihemed der barê girtina şaneya ku xwişka wê şehîd xistine de ji ajansa me re axivî û helwesta xwe ani ziman.

"Em rê nadin kesên ajan di nav me de bimînin"

Îlham Mihemed di destpêka gotina xwe de spasiya QSD'ê kir, ji bo ku kesên xwişka wê qetil kirine girtin û got: "Di serî de em malbeta têkoşer Sosin Bîrhat spasiya hêzên xwe dikin ku dikaribûn ajan û sîxurên xwişka min qetil kirine tesbît bikin û wan binçav bikin û tola xwîna pakrewanan hildan. Dewleta tirk ji ber nikare bi riya top û êrîşên xwe îradeya gelan bide şikandin dest avêt nava civakê û ajanên xwe derbasî nava wan kir, ev jî cihê xemgîniyê ye. Bi vê yekê rêveberên civakê hedef digre û hewl dide wan têk bibe. Bi taybetî jinên pêşeng û siyasetmedar dikin armancên xwe ji Sekîna Cansiz, heya Hevrîn Xelef, têkoşer Sosin Bîrhat û herî dawî Jiyan Tolhildan. Bi sedan jin mîna van hatine hedefgirtin. Dixwazin bi riya jinên Kurd derbê li hemû jinan bidin û hêzên vî gelî bidin şikestin. Dewleta tirk bi riya êrîşên xwe dixwaze binketinên xwe bide veşartin û bal bikşîne ser êrîşan. Em rê nadin kesên ku destên wan di xwîna zarokên me de hene.”

"Xeta qehremaniyê berdewam dike"

Di nav gotinên xwe de Îlham Mihemed destnîşan kir ku di jiyanê de her dem xeta îxanet û qehremaniyê bi hev re dimeşin lê di dawiyê de xeta qehremaniyê helbet bi ser dikeve û wiha domand: "Di jiyanê de her dem xeta îxanetê û qehremaniyê tê meşandin lê helbet di dawiyê de xeta têkoşîn û qehremaniyê bi ser dikeve. Ne dewleta tirk û ne ajanên xwe nikarin îradeya gelê azadîxwaz binpê bikin. Sosin şehîd ket lê wê bi sedan şûna wê bigrin û tola wê hilînin, ji ber vê em rê nadin ajanan ku di nav me de bijîn. Biryara me wê her li dijî îxanetê û xwesteka me ew e ku kesên ajan bên darizandin. Kesên ku tên hedefgirtin zarokên vî gelî ne lewre divê cezayê van ajanan were dayîn.”

"Kesên ajantiyê dikin divê vegerin ser xeta rast"

Îlham Mihemed nirxên pakrewanên xwe anî ziman û banga xwe li kesên ku ajantiyê dikin kir û got ku divê vegerin ser xeta rast û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Xwîna pakrewan û têkoşerên me gelek bi nirx e. Gelek zarokên me şehîd ketin û êşa şehadeta wan giran e lê yên bi riya ajantiyê şehîd dibin êşên wan kûrtir in. Banga me ji kesên ajantiyê dikin û hevkarên dewleta tirk in re heye ku vegerin ser xeta rast û ji xiyanetê dûr bikevin. Ji ber ku tu carî dewleta tirk nabe dost ji bo Kurdan. Ev yek jî wê di dîroka cîhanê de bê nivîsandin.”