Êrîşkarê destdirêjî li zaroka 8 salî û dayika wê kirî hat girtin
Li Cezayîrê êrîşkarê destdirêjî li jinekê û zaroka wê ya 8 salî kirî hat girtin û di derbarê bûyerê de lêkolîn hat despêkirin.

Cezayîr – Li eyaleta Msila ya Cezyîrê mêrek êrîşkar jinek 30 salî û keça wê ya 8 salî despêkê îşkence kirin paşê jî destdirêjî li wan kir. Piştî hayîdarbûna bûyerê dayik û zaroka wê rakirin nexweşxanê.
Tewanbar ji aliyê hêzên emnî ve hat girtin û di derbarê bûyerê de lêkolîn hat despêkirin.
Rêxistina Cezayîrê ya Pêşxistina Çanda Diyalog û Mafên Mirovan a eyaleta Msila ya Cezayîrê, bi daxuyaniyekê sûcê hovane yê destavêtinê li hemberî dayik û keça wê ya biçuk hatî kirin şermezar kir.