“Êrîşên ser welatê me ji ber giranbûna tecrîdê ne”
Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê Majda Hesûn diyar kir ku bi tecrîdê hewil didin vîna jinê bişkênin.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê - Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Majda Hesûn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û diyar kir ku bi armanca şikandina îradeya jin û gelên azadîxwaz Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdeke giran de tê girtin.
Majda Hesûn da zanîn ku êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê tên kirin ji tecrîdê ne qutin û got: “Êrîşên Tirkiyê li ser çar aliyên Kurdistanê zêde bûne. Bi şêweyên derûnî, aborî û leşkerî êrîşên giran bi hevkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e. Tirkiye hewl dide di nava Kurdan de şerê birakujiyê carekdinê bide despêkirin. Êrîşên niha bi her awayî li ser welatê me tê kirin ji tecrîdê ne cudane. Ev komplo li dijî gelê Kurd li ku dibe bila bibe hemû girêdayî hevin û pir alî bi ser me de tên. Li hemberî van hemû êrîşan gelên ku ji fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ders girtine wê dest ji azadiya xwe bernedin û bi êrîşên dijmin bandor nebin. Em gelê herêmê ji pilanên Tirkan hayîdarin û li hemberî wan parastina xwe dikin. Herî zêde jî em jin girêdayî fikra Rêberê xwe ne û emê bi wê zanebûnê parastina xwe û axa xwe bikin. Em jin wê dizanin tenê parêzvanê me Rêberê me ye.”
Majda Hesûn destnîşan kir ku azadiya jinê beşeke bingehîn a projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: "Rêber Ocalan hemû demê jin parastiye û hewil daye jinê ji nava êrîşên qirkirinê azad bike. Lewma divê em jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî azadkirina Rêberê xwe ya fîzîkî armanc bikin û ji bo wê armanca xwe jî nesekinin heta bi encam bikin. Jinên azadîxwaz divê berxwedanê xurt bikin.”