Êrîşên li ser Xezayê didomin: 83 Filistinî hatin qetilkirin
Hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomînin. Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ragihand ku di 24 saetên dawî de 83 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Bi domandina êrîşên Îsraîlê re, krîza mirovî li Zîvala Xezayê xirabtir dibe. Xela jî li seranserî Xezayê belav dibe, ji ber ku niştecihên Xezayê ji deverên şer direvin û li deverên ewletir digerin.
Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane
Li gorî çavkaniyên bijîşkî û şahidên bûyerê, di zêdebûna êrîşên nû yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de, ji sibeha îro ve 30 Filistînî hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Êrîşên hewayî û topan, xaniyên niştecih û deverên ku xebatkarên alîkariyê lê kom dibûn hedef girtin. Ev jî di nav operasyonên leşkerî yên berdewam ku Filistînî wek jenosîd bi nav dikin de, pêk tê.
Taxên niştecihan ên li bakurê bajarê Xezayê jî rasterast bûn hedef. Li taxa Tuffah malek hat bombebarankirin, di encamê de 10 kes hatin kuştin, di nav wan de jin û zarok hebûn. 13 kesên din jî di bin kavilan de mane.
Kampa penaberan jî para xwe ji êrîşan digre
Li kampa penaberan a El-Şati, 6 endamên malbatek, di encama bombebarana li hember xanî de, mirin. Li taxa El-Rîmal jî dema ku avahiyek apartman hat bombekirin, Filistîniyek hat kuştin. Hêzên Îsraîlî di nav gulebarana giran a li taxa El-Nasr de, bi rêya bikaranîna otomobîlên bombebarkirî, malên li taxa Tel El-Hawa û herêma El-Nefaqê wêran kirin.
Topbarana li ser taxên sivîlan didome
Topbaran li ser deverên El-Zeweyda, El-Nuseyrat û eniya Netzerim berdewam dike. Li El-Nuseyratê, di êrîşeke asmanî de ku mala wan hedef girt, 9 endamên malbatekê ku di nav de jinek û zarokên wê hene, hatin kuştin. Li El-Zeweydayê, 3 Filistîniyên ji malbatekê hatin kuştin û sivîlekî ku li benda alîkariyê bû, li nêzî eniya Netzerimê ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hate kuştin.
Her wiha deryaya nêzî Xan Yûnis li başûrê Xezayê kirin hedef, di heman demê de wesayîtên leşkerî li nêzî navenda belavkirina alîkariyê ya li Netzarimê gule reşandin.
Di nav saetên dawî de 83 kes mirine û 216 kes birîndar bûne
Di heman demê de, Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane di 24 saetên borî de gihîştiye 83 kesan û 216 birîndaran. Ji ber ku operasyonên leşkerî yên Îsraîlê di çarçoveya plana dagirkirina bajarê Xezeyê de berdewam dikin.
Hişyariya xelayê
Di nav dorpêçkirin û wêrankirina binesaziyê de, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Kordînasyona Karûbarên Mirovî hişyarî da ku li herêmên Dêr El-Belah û Xan Yunis, ku di hefteyên dawî de zêdetirî 388 hezar Filistînî ji bakurê Xezayê reviyane, xelayek heye.