‘Êrîşên li Hesekê provokasyonên plankirî ne’

Têkildarî aloziya li Hesekê, Kongra Star destnîşan kir ku parastina sîvîlan û kontrolkirina komên çekdar berpirsiyariya hikûmetê ye û bang li hemû pêkhate û hêzên demokratîk kir ku li dijî hewldanên pevçûnê bibin yek.

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Hesekê, komên çekdar ên ji herêmên Şedadê, Dêrazor û Reqayê hatine, êrîş kirin û di encama êrîşan de gelek kes birîndar bûn. Ev geşedan di çarçoveya planên ji bo bêîstîqrarkirina herêmê de pêk hatin.

Koordînasyona Kongra Star têkildarî bûyerên li Hesekê qewimîn û polîtîkayên hin hêzên ku dixwazin di navbera gelên Sûriyeyê de fitne û dijminatiyê derbixin, daxuyaniyek nivîskî weşand.

‘Ev bûyer hewldanek cidî ya provokasyonê ye’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di salvegera 9’ê Cotmehê ya Komploya Navneteweyî de pêşketinên xeternak ên ku li Hesekê diqewimin, bi aşkera nîşan didin ku ev bûyer ne tesadufî ne. Pêşketina bûyeran ya li pey hev û hilbijartina taybet a roja ku ev bûyere li pey hev derketin holê, nîşan dide ku zihniyeta Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê hîn jî zindiye û ev bûyer ji aliyê heman hêzan ve tên tehrîkkirin û wiha hate gotin:

“Tengav kirina li bajêr bi awayekê domdar tê bilindkirin, destwerdanên li dijî sîvîlan û hewldanên ku taxên Kurdî dikin hedef, jiyana hevpar a gelan û ewlehiya herêmê dixin bin xetereyê. Tevgera komên çeteyên çekdar ên ku ji deverên wek Şedadê, Dêrazor û Reqayê tên anîn û ber bi Hesekê ve tên şandin, hewldaneke cidî ya provokasyonê ye. Pêşîlênegirtina tevgerên bi vî awayî, metirsiya pevçûnê di navbera gelan de zêde dike.”

‘Hedef girtina Hesekê, ne tesaduf e’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Hesekê ne bajarekê ji rêzê ye. Navendek stratejîk e ku hebûna dîrokî ya gelê Kurd têde xurt e, gelên Kurd, Ereb û gelên din tê de bi hevre dijîn û di heman demê de berê encamên giran ên polîtîkayên Erebkirinê jiyaye û wiha dom kir: “Îro hedef girtina Hesekê, ne tesaduf e. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de Hesekê yek ji navendên girîng ên operasyonên li ser xeta Hesekê, Reqa, Dêrazor û Şedadê bûye û di vê têkoşînêde roleke diyarker lîstiye. Pêşketinên îro yên li Hesekê, hewldana tolhildanê ya hêz û aliyên ku di şerê li dijî DAIŞ’ê têk çûne û hewldana xirabkirina têkiliyên di navbera gelandene.

Pêşketinên li Hesekê tenê wek aloziyeke herêmî jî nikare bê nirxandin. Ev pêşketin ji polîtîkayên hêzên hindurîn û derveyî yên ku dixwazin li ser herêmê bandor û desthilatdariya xwe ava bikin, qut nîne. Divê li hember polîtîkayên hêzên ku dixwazin şer li Sûriyeyê careke din kûrtir bikin, bi taybetî polîtîkayên zihniyeta kevn a baasê ku bi bikaranîna komên çekdar û aloziyên civakî teşeya çivakê perçe dikin û gelan dixin hemberî hev, hişyar bin. İstîsmarkirina hesasiyetên dîrokî yên gelan û afirandina dijminatiyên nû, yêk ji mezintirîn xirabiya ku dikare li pêşeroja Suriyeyê bê kirin û dê tevahiya heremê rûbirûyê encamên ku nayê telafîkirin re bihêle.”

‘Avakirina ewlehiyê erkê hikûmetê ye’

Di daxuynaiyê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku li hember siyaseta pevçûnê ya ku dixwazin li Hesekê biafirînin, rawestîn; ne tenê berpirsiyariya Kurdan an jî Erebane berpirsiyariya hevpar a hemû gelan e û ev tişt hate gotin: “Girînge ku hemû pêkhatiyên civakî yên li Hesekê dijîn, li hemberê van provokasyonan helwesteke hevpar bigirin û di dema derketina bûyerên gengaz de jî çalakiyên xwe yên demokratîk û rêxistinî bidomînin.

Em bang li berpirsyarên Sûriyeyê jî dikin û dibêjin; avakirina ewlehiyê li Hesekê, parastina sîvîlan û kontrolkirina tevgerên komên çekdar berpirsiyariya hikûmetêye. Divê bê eşkerekirin ku konvoyên ji çeteyan pêk tê ji deverên wekî Şedadê, Dêrazorê di kîjan mercan de gihiştine Hesekê, bi kîjan destûran tevgerîne û çima pêşî li ber bi taxên Kurdî ve hatina wan nehatiye girtin. Hikûmet nikare tenê li temaşeyê bilindbûyîna tengezariya di navbera gelande bike. Divê ji bo peydakirina ewlehiyê, parastina mafê jiyanê yê sîvîlan û pêşîlêgirtina hewldanên ku dikarin bibin sedema pevçûnan a di navbera gelan de berpirsiyariya xwe bizane.”

‘Divê em li hemberî polîtîkayên fitneyê xwedî helwest bin’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em ji vir bang li hemû gelên Rojava, hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sîvîl dikin, li hemberê polîtîkayên fitne û dijminatiyê yên li Hesekê tê pêşxistin xwedî helwest bûyîn erka me a dîrokî ye. Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna pevçûnekê ku dikare li Hesekê dest pê bike û tevahiya heremê de belav bibe, divê her kes bi berpirsyarî tev bigere.”