Çiyayê Şengalê bi berfê xemilî

Bi rasthatina Cejna Batizmî ya yek ji rojên olî yê civaka Êzidî ye, Çiyayê Şengalê bi berfê xemilî.

Şengal – Vê seherê li deşt û çiyayên Şengalê berfê destpêkir. Bi rast hatina cejna Batizmiyê re berf û bayek dijwar li Şengalê heye. Ji xwe civaka êzidî diyar dike ku di her cejna batizmiyê de li Şengalê berf tê û îro dûbare civaka êzidî şahidiya vê pîroziya xwezayê dikin. 

Hêjayê bibîrxistinê ye ku demek beriya niha berf li serê çiyayên Şengalê bariya bû lê ev berfa îro dibare li herderê Şengalê erd spî kiriye.