Çîgdem Ergîn a ku xwestin wê qetil bikin banga piştevaniyê li jinan kir

Çîgdem Ergîn, li Wanê ji balkonê bi guman ket xwarê û bi giranî birîndar bû. Ew bi mehan bû dihat dermankirin. Gava ku hat ser hişê xwe tişta yekem a got ev bû; "Hevjînê min ez avêtim." Piştî îfadeya Çîgdem Ergîn bûyera ku bi navê întiharê tê xwestin bê veşartin hat guhertin, di doza ku der barê kiryar de hat vekirin, ji bo Sînan Ergîn heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Jina ciwan ku banga piştevaniyê li jinan kir, got ku ew ê dest ji doza xwe bernede.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Wan - Di 24’ê Nîsanê de li navçeya Edremîta Wanê Çîgdem Ergîn a 23 salî bi guman ji qata sêyemîn a avahiyê ket û bi giranî birîndar bû. Çîgdem Ergîn a ku rakirin nexweşxaneyê ji bo tedawiyê hat razandin. Sînan Ergîn ê ku pê re zewicîbû jî der barê bûyerê de piştî îfadeya xwe bi kontrola edlî serbest hat berdan. Bûyer wekî “hewldana întiharê” hat tomarkirin. Çîgdem Ergîn, di îfadeya ewil a ku piştî hat ser hişê xwe da de anî ziman ku wê întihar nekiriye û got ku Sînan Ergînê ku pê re zewicî ye ew ji balkonê avêtiye. Tevî îfadeya wê jî Sînan Ergîn ê ku der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin 9 meh in nehatiye girtin. Çîgdem Ergîn 27 roj di komayê de û 35 roj jî di beşa lênerîna giran de hat dermankirin û bi gotina bijîşkan "jiyîna wê mucîze yê” bi terapiya fizîkî dest bi rewşa berê kir û anî ziman ku ew ê li hemberî tiştên li wê hatine kirin heta dawiyê mafê xwe biparêze.
"Tevî giliyê jî serbest tê darizandin"
Piştî ku dayika 2 zarokan Çîgdem Ergîn hat ser hişê xwe, der barê kiryar Sînan Ergîn de gilî kir. Li ser giliyê wê Serdozgeriya Komarê ya Wanê der barê sûcdar Sînan Ergîn de lêpirsîn da destpêkirin. Piştî bi dawî nebûna lêpirsînê, îdianameya der barê bûyerê de hat amadekirin ji aliyê 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin. Di îdianameyê da bersûcê bi şertê kontrola edlî hat berdan, ji sûcê "hewldana kuştina hevsera xwe bi qestî" heta 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdianameyê de hat xwestin ku bersûc ji ber çalakiya xwe ya ku bi wê re nîqaş kiriye û piştî ku hevsera wê ji ber şidandina qirika xwe hişê wê ji serê wê çûye, ji balkonê avêtiye, ji ber wê divê ku were cezakirin. Danişîna ewil a dozê dê di 1’ê Sibata 2022’an de bê dîtin.
"Sînan Ergîn li xwe mukur hat"
Hat zanîn ku Sînan Ergîn ê ku îdia qebûl nekir, di nîqaşa ku di 24'ê Nîsanê de dema bûyer qewimî bi malbata xwe re li nexweşxaneyê jiya de, wiha gotiye; "Min  kuşt, hûn rehet bûn?" Li gorî agahiyên ku ji malbata wê hatine girtin, Sînan Ergîn û malbata wî jî di dema rakirina nexweşxaneyê de bi gotina “derûniya wê xirab bû, diyar bû ku dê wiha bike" hewl dane wekî întihar nîşan bidin. Di nîqaşa beriya ketinê de gotinên Sînan Ergîn ên ji malbatê re got nehatin redkirin, hat diyarkirin ku Çîgdem Ergîn di zewaca xwe ya 6 salan de rastî şîdeta derûnî hatiye.
"Min şîdeta fîzîkî û derûnî dît"
Çîgdem Ergîn a ku bi mehan e bi terapiya fizîkî re dixwaze wegere rewşa xwe ya berê li ber xwe dide, serpêhatiyên xwe yên 24’ê Nîsanê û şûnde ji ajansa me re parve kir. Çîgdem Ergîn diyar kir ew roja bûyerê li polîsan geriyaye û piştgirî xwestiye û anî ziman ku piştî bi telefonê axiviye bi êşa ku di stûyê xwe de hîs kiriye ji hemdê xwe çûye û çavên xwe li beşa lênêrîna giran vekiriye. Çîgdem Ergîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Wê rojê min li malê hem tundiya fîzîkî hem jî psîkolojîk dît. Piştî ku min telefonê girt destê xwe, min di stûyê xwe de êşek hîs kir. Piştre nay bîra min çi qewimî, ez ji ser hişê xwe çûm. Ez difikirim ku stûyê min zivirand.
Piştî ku ji emeliyatê û ji komayê derketim, min çavên xwe li beşa lênêrîna giran vekir. Dema min çavên xwe vekirin, min got; “ez li vir çi dikim, min întihar nekir.” Min ji dayik û bavê re got min întihar nekiriye, sêrledana sûc bikin. Dema min bûyeran anî bîra xwe, min her tişt ji wan re got.”
"Ez li pey doza xwe me" 
Çîgdem Ergîn, diyar kir ku danişîna doza piştî giliya wê hat vekirin dê di 1'ê Sibatê de bê dîtin û bang li jinan kir ku xwedî li dozê derkevin û banga hevgirtinê kir. Çîgdem Ergîn, anî ziman ku ew ji bo di zûtirîn demê de rastiyan eşkere bike têdikoşe û wiha got; “Min întihar nekiriye. Ji malbata min re gotin dema ku min mahfûr di balkonê de weşandiye ketime lê li cihê bûyere mehfûr tune ye. Ez dest ji giliyê xwe bernadim. Ez ji bo zarokên xwe û ji bo xwe sax mam û niha baştir im. Ez ê ji niha û pê ve ji bo xwe û zarokên xwe têbikoşim.”