Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî 2 jinan qetil kir
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî duh 2 jinan qetil kir û zarokek birîndar kir.

Navenda Nûçeyan – Li bajarokê Silûkê yê bajarê Girê Spî yê dagirkirî çeteyên dewleta Tirk, li benda bajarokê gule li erebeyeke sivîl berandin. Di encama gulebaranê de 2 jin hatin qetilkirin û zarokeke bi giranî birîndar bû. Li gorî agahiyan, di nav jinan de jineke du canî heye.
Hat ragihandin ku erebe ya şêniyê bi navê Ebû Îslam ê ji gundê Sakîro yê bakurê Girê Spî ye.