Çavkanî: YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxweyî de cih bigire
Civîna di navbera Fermandariya YPJ’ê û Wezîrê Karên Navxwe ê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de bi dawî bû. Li gorî çavkaniyên taybet, YPJ’ê dê weke yekîneyek taybet di nav wezaretê de cih bigire û xweseriya wê bê parastin.
Navenda Nûçeyan – Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Wezareta Karên Navxwe ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê duh civînek girîng pêk anîn.
Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) li paytext Şama Sûriyeyê, ji bo diyarkirina formulekê ji bo entegrekirina yekîneyan a di nav Wezareta Karên Hundir de, danûstandinên xwe didomînin. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dan Ajansa Nûçeyan ya Hawarê (ANHA); civîn duh saet di 23:00’an de dest pê kir û saet di 00:15’an de bi dawî bû.
Di civînê de ji Fermandariya YPJ’ê Newroz Ehmed, Sozdar Hacî, Xalsa Ayêd û Berdevka Nivîsgeha Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal û Wezîrê Karên Navxwe yê Sûriyeyê Enes Hesen Xetab amade bûn.
Xweseriya YPJ’ê dê bibe îstîsna
Çavkaniyan ji ajansa navborî re derbarê naverok û encamên civînê de diyar kirin ku dê rewşa YPJ’ê li gorî xweseriya herêmên Kurdan weke “îstîsna” bê destgirtin, ragihandin. Li gorî vê yekê, tê plankirin ku YPJ weke yekîneyeke taybet a Dijberî Terorê (HAT/Antîteror) di bin banê Wezareta Karên Navxwe de cihê xwe bigire.
Heman çavkaniyan ji ANHA’yê re destnîşan kir ku derbarê mijarê de biryara dawî nehatiye dayîn û nîqaşên aliyan ên li ser vê mijarê berdewam dikin.