Ji çalakvanên jin ên Afganî piştgiriya xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê

Ji bo Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve hat qetilkirin çalakiyek din jî çalakvanên mafên jinan ên Afganê hat.

Navenda Nûçeyan –Çalakvanên mafên jinan ên Afganî piştgirî dan greva giştî ya li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didomê û qetilkirina Jîna Emînî şermezar dikin.

Di daxuyaniya xwe de dest nîşan kirin ku piştgirî didin dirûşmeyên “ji Kabûlê heta Tahranê, bimre Talîbanê û rejîm”, wiha hat gotin: “Bi hezaran hevrêyên me rastî îşkenceyê hatin, xwişk û hevrêyên me niha ji bo ku îşkence bi dawî bibe li kolanan li ber xwe didin û bş deh hezaran jin li Îranê dijî rejîma têkoşîn didin. Qêrîna bi hezaran jinên di bin rejîma Îslamî de îşkenceyê dibînin, tê guhê me.”

Jinên Afganî piştgirî ya xwe jinên Îranê re ragihandin û wiha gotin: "Em li cem we ne, em ê tu carî çok nedeynin.” Her wiha jinên ku diyar kirin ji bo hilweşandina hemû rejîmên paşverû têkoşîn hevpar e, bi gotina “Ji Talîban, Kabul û Tahranê re mirin” rejima paşverû şermezar kirin.