Çalakvana Alman Paula Mayer: Ez ji aliyê polîsên Tirk ve rastî êrîşa zayendî hatim

Çalakvana Alman Paula Mayer, îdia kir ku piştî serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê li Tirkiyeyê hatiye binçavkirin û ji aliyê karmendekî yekîneya koçberiyê ve rastî destdirêjiya zayendî hatiye.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana jin a Alman ku ji bo parastina nasnameya xwe navê Paula Mayer bikartîne, di hevpeyvîna xwe ya di platforma medyayê ya Amargî de, diyar kir ku ew û 16 çalakvanên din di Çileya 2026’an de serdana Bakurê Kurdistanê kirine. Paula Mayer, da zanîn armanca serdanê piştgirîkirina têkoşîn û xebata li Rojavayê Kurdistanê ye.

Li Mêrdînê binçavkirina girseyî

Paula Mayer got ku ew beşdarî xwepêşandanek ku piştgiriya statu û têkoşîna Rojavayê Kurdistanê dikir bûne û li wir daxuyaniyek çapemeniyê ya giştî xwendine. Paula Mayer, diyar kir ku ew bi awayekî girseyî li nêzî Mêrdînê ya li deverên nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê hatine girtin û piştre birine yekîneya dersînorkirinê ya li Stenbolê.

Paula Mayer, da zanîn Wezareta Derve ya Elmanyayê ji binçavkirina çalakvanan li Tirkiyeyê agahdar bû.

Îdiayên heqaret û tundiya fîzîkî

Çalakvana Alman Paula Mayer, îdia kir ku di dema binçavkirinê de li navenda koçberiyê rastî mudaxeleya xirab hatiye û dest û piyên wê hatiye zincîr kirin, polîsan tif li rûyê wê kirine, pora wê kişandine û li erdê dirêjkirinê û pêl li wê kirine.

Îdiayên êrîşa zayendî

Çalakvana Alman Paula Mayer, îdia kir ku beriya were dersînorkirin wan birine navendekî binçavkirinê ya demkî, di odeyên yekane de cuda cuda hatine girtin û li wir ji aliyê karmendekî ve rastî êrîşa zayendî hatiye.