Çalakvan û rêxistinên jinan qetilkirina Nagîhan Akarsel şermezar kirin

Ji ber qetilkirina Nagîhan Akarsel bertekên jinan her diçe zêde dibin. Çalakvanên jin diyar kirin ku ji bo jinan bitirsînin êrîşan pêk tînin lê dijberê wê, her diçe têkoşîna li dijî tarîtî û paşverûtiyê zêdetir dibe.

Navenda Nûçeyan- Duh di 4’ê Cotmehê de endama navenda lêkolînan a akademiya Jineolojî û nivîskara kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li taxa Bextiyarî nêzî pirtûkxaneya xwe bi guleyan hat qetilkirin, jin û çalakvan û rêxistinên jinan qetilkirina Nagîhan Akarsel bi tundî şermezar kirin û çalakiya nerazîbûnê li cihê bûyerê hat lidarxistin.

“Rê li azadîxwazan tê girtin”

Der barê rêgirîkirina li azadîxwazî û hewldananên qutkirina dengê jinan de çalakvan Bihar Munzûr ji ajansa me re axivî û wiha got: “Rêgirî li xebatên azadixwaziyê tê kirin û niha xebatên jinan zêdetir li ber çavan e li dinyayê dengê vedaye. Li Rojhilatê Kurdistanê serhildanek ku jin jê re pêşengî dikin heye, ev cihê kêfxweşiyê ye ji bo jinan li her cihê ku lê bin li hemberî zilma ku tê kirin dadikevin qadan. Xelkê Kurdistan û Îranê ev nêzî 43 salan e zilm û zordari li wan tê kirin, divê em hemû piştgiriya vê serhildanê bikin, qetilkirin û kuştina jinan bûye sedema serhildanê û niha rojane gelek kes tên kuştin û singê xwe didin ber guleyan û daxwaza mafên xwe dikin.”

“Dixwazin dengê azadîxwazan bibirin”

Bihar Munzûr bi bîr xist ku li bajarên herêma Kurdistanê rêgirî li azadîxwazan tê kirin û wiha got: “Ya ku niha li vê derê diqewime qutkirina dengê azadî û azadiya fikrî û siyasî ye. Nabe ku xelkê Kurdistanê li hemberî vê yekê bêdeng be û divê li dijî qetilkirinên di nava bajarên Kurdistanê de dengê xwe derbixin. Her dem kesên ku têk diçin serî li rêbazên qetilkirinê didin û bi qetilkirinan dixwazin gelê Kurd bitirsînin, kes ji me natirse. Em karê xwe dikin baweriya me pê heye. Yên ku dijmin dixwazin li me bikin qutkirina dengê me û kuştin e. Divê em xebatên xwe xurtir bikin û nehêlin dengê azadiyê were qutkirin.”